Medyaya Îranê: Keç, zava, bûk û neviyekî Xamineyî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê piştrast kir ku di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de çend endamên malbata Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatine kuştin.

Ajansa Mehrê ya Îranê li gorî çavkaniyên agahdar ragihand, piştî lêkolînan nûçeya kuştina keç, zava, bûk û neviyekî Elî Xamineyî hatiye piştrastkirin. 

Li gorî agahiyên çavkaniyên Îranî, ev her 4 di êrişa asmanî ya berê sibeha 28ê Sibata 2026an de hatiye kuştin.

Ev pêşhat di demekê de ne ku li herêmê şerekî dijwar heye.

Li 24 parêzgehan êriş

Amerîka û Îsraîlê êrişî 24 parêzgehên Îranê kir.

Li gorî amarên destpêkê yên Heyva Sor a Îranê, heta niha zêdetirî 200 kesan mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Trump: Xamineyî hat kuştin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Elî Xamineyî hatiye kuştin.

Lê belê medyaya Îranê nûçeya kuştina Xamineyî red dike.