Serok Barzanî û Ehmed Şer rewşa li herêmê gotûbêj kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer metirsiya belavbûna şerê li Rojhilata Navîn û ewlehiya herêmî gotûbêj kir.
Serok Mesûd Barzanî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rêya telefonê li ser rûdawnên herêmê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê, her du aliyan rûdanên dawî yên leşkerî û siyasî nirxandin.
Tekezî li ser çareseriya aştiyane û diyalogê
Ehmed Şer destnîşan kir ku divê ji bo rêlibergirtina kûrkirina qeyranên li herêmê, hevahengiya di navbera aliyan de were zêdekirin.
Ehmed Şer anî ziman ku çareserkirina pirsgirêkan ne bi şerê çekdarî, bi rêbazên aştiyane û mekanîzmayên diyalogê dê di berjewendiya gelên herêmê de be.
Serok Barzanî û Şer hemfikir in ku aloziyên van rojên dawî û êrişên li welatên Ereban, herêmê rûbirûyê rîskeke cidî ya bêîstiqrariyê dikin.