ROJA DUYEM A ŞER - Amerîka û Îsraîlê agir bi ser Îranê de barand

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê 1ê Adara 2026an berdewam kir.

Di roja duyem a êrişan de Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî êrişî Tehranê kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê baregehên Supaya Pasdaran û Parêzvanên Sînor kirin armanc.

Di roja duyem a êrişa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de, bi dehan baregeh û navendên leşkerî, fermî û dadwerî hatin hedefgirtin.

Tê pêşbînîkirin ku di encama êrişan de gelek hêzên ewlehî û leşkerî yên Îranê hatibin kuştin.

Amerîka û Îsraîlê sibe û êvara yekşemê (1ê Adara 2026an) bi balafir, mûşek û dronan êrişeke giran bir ser bi dehan baregeh û navendên leşkerî, ewlehî û fermî yên li Tehrana paytexta Îranê.

Di destpêka êrişên roja yekşemê de, avahiya Serokatiya Erkanên Hêzên Çekdar û avahiya Wezareta Îstixbaratê (Îtlaat) bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Kesên ku dîmenên bombebaranê belav kirine dibêjin, beşeke mezin a avahiyên Îtlaatê hilweşiyaye.

Her wiha avahiyên Biryargeha Sarulahê ya Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.

Ew biryargeh berpirsa kontrola ewlehiya paytexta Îranê ye.

Radyo û Televîzyon hat hedefgirtin

Êvar û şeva yekşemê çend caran avahiya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê (Seda û Sîma) û beşa teknîkî û îdarî ya medyaya fermî ya Îranê hatin bombebarankirin.

Ji bo demekê weşana medyaya fermî ya Îranê rawestiya lê paşê weşanê dest pê kir.

Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê dibêje ku ziyan gihîştiye beşeke avahiya wan.

Li Tehranê baregeha fermandariya hêzên polîsan a Îranê û hinek qereqolên polîsan ên li taxên cuda yên wî bajarî hatin armanckirin.

Her wiha avahiya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya li Kolana Şerîetî ya wî bajarî û çend navendên girêdayî dezgeha dadweriyê yên li paytexta Îranê hatin bombebarankirin.

Baregeha Miqdad a Besîcan a li Qada Azadiyê ya Tehranê jî hat bombebarankirin.

Li gorî dîmenên ku hatine belavkirin, ew der wêran bûye.

Baregeha Wezareta Pêwendî û Teknolojiya Agahiyan a Îranê jî bû armanc.

Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, Nexweşxaneya Gandî ya li Tehranê jî ketiye ber êrişan.

Medyaya Îranê ragihand, şeva yekşemê hêzên Amerîka û Îsraîlê çend armancên li nav Bazara Mezin a bajêr jî bombebaran kirine.

Her li Tehranê, avahiya navendî ya fermandariya hêzên polîsan a li bajarê Reyê û çend xaniyên derdorê hatin armanckirin.

Medyaya Îranê belav kir ku di êrişê de hinek kes hatine kuştin.

Li Ehwaz, Tewrêz û bajarên din çi qewimî?

Li bajarê Ehwazê yê navenda parêzgeha Xuzistanê, baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran, Parêzvanên Sînor û polîsan hatin hedefgirtin.

Li çend armancên derdora balafirgeha bajêr jî hat xistin.

Roja yekşemê li Tewrêzê jî balafirgeh û baregeha hêza asmanî ya bajêr çend caran hatin bombebarankirin.

Pêgeheke mezin a parastina asmanî ya Îranê di nava baregeha asmanî de ye.

Îro pêgehên leşkerî û baregehên mûşekî yên li bajarê Çabeharê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê jî hatin bombebarankirin.

Li bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Hurmizganê, baregeha hêza deryayî ya Supaya Pasdaran bû armanc.

Her wiha Bendera Bahonerê ya bajêr hat bombebarankirin ku birêvebirina wê di destê Pasdaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst