Trump: Gelê Îranê mirina Xamineyî pîroz dike, rejîm dirûxe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa operasyona "Xezeba Destanî" ya ku li dijî Îranê tê kirin daxuyanî da.
Trump pêşbînî kir ku dê şer di nav 4 hefteyan de bi dawî bibe. Wî bangî artêşa Îranê kir û got, "Yan çekan deynin yan jî li benda mirinê bin."
Trump 36 saetên dawî yên êrişên li dijî Îranê nirxandin.
Wî diyar kir ku operasyon "bi hêzeke leşkerî ya wisa didome ku di dîroka cîhanê de mînaka wê nehatiye dîtin."
“Xezeba Destanî gelekî mezin e”
Trump li ser qebareya êrişan hûrgilî dan û got:
"Di 36 saetên dawî de, me bi hevalbendên xwe re operasyona 'Xezeba Destanî' da destpêkirin.
Ev yek ji êrişên leşkerî yên herî mezin û herî aloz e ku cîhanê heta niha dîtiye.
Me li Îranê bi sedan armanc bombebaran kirin. Navendên Pasdarên Îranê û sîstemên parastina asmanî jî di nav wan armancan de bûn.
Tenê di nav çend xulekan de, me 9 keştiyên şer û avahiyên sereke yên hêzên deryayî yên Îranê tune kirin.”
Trump derbarê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî axivî û got:
"Rêberê Olî yê berê yê Îranê Xamineyî mir.
Destên vî zilamê sefîl û nizim di xwîna bi sedan, heta bi hezaran Amerîkiyan de hebû.
Ew berpirsyarê qetilkirina bêhejmar a mirovên bêguneh ên li gelek welatan bû.
Şeva borî li her derê Îranê, dema ku nûçeya mirina wî hat bihîstin, me dît ku xelk li kolanan dirûşm berz dike û pîrozbahiyê dike.
Asta fermandariya leşkerî ya rejîmê jî belav bûye. Bi hezaran ji wan ji bo ku sax bimînin parêzbendiyê dixwazin."
Dema şer: 4 hefte yan kêmtir
Trump ji bo dema operasyonê cara yekem salnameyek diyar kir.
Trump destnîşan kir ku ev yek her tim wekî pêvajoyeke 4 hefteyî hatiye plankirin û got:
"Îran çi qasî bihêz be jî welatekî mezin e lê em pêşbînî dikin ku di 4 hefteyan yan jî di demeke kêmtir de em bigihin armancên xwe.
Heta ku em bigihin hemû armancên xwe dê operasyon bi hemû hêza xwe bidomin."
Ji bo leşkerên Amerîkî peyama sersaxî û tolhildanê
Trump li ser wan 3 leşkerên Amerîkayê yên ku di operasyonê de mirine jî axivî û ev agahî dan:
"CENTCOMê îro nûçeya canjidestdana 3 leşkerên me yên qehreman belav kir.
Em wekî netewe, şîna van welatparêzên rasteqîn ên Amerîkayî digerînin ku wan ji bo welatê xwe fedakariya herî mezin kir.
Ev erkê pîroz ê ku wan canê xwe di oxira wê de feda kir dê bi biryardarî bidome. Em ji bo başbûna birîndarên xwe diayan dikin.
Bila her kes vê yekê zanibe: Amerîka dê tola mirina wan hilîne û dê derbeya herî giran li van terorîstên ku li dijî şaristaniyê şer daye destpêkirin bixe."
Banga ji bo artêşa Îranê: 'Parêzbendiya tam an mirina teqez'
Trump rasterast bangî Pasdarên Îranê, endamên artêşê û polîsan kir. Wî banga xwe ya "guhertina alî" ducare kir û got:
"Vê şevê ez ji we re dibêjim; çekên xwe deynin û em dê parêzbendiya tam bidin we. Vebijêrka din mirina teqez e.
Hûn yan miameleyeke adil û parêzbendiyê hildibijêrin yan jî bi dawiyeke neçar re rûbirû dimînin. Biryar a we ye."
Peyama ji bo gelê Îranê: 'Qedera xwe bixin destê xwe'
Trump soza azadiyê da gelê Îranê û axaftina xwe wiha kuta kir:
"Gelê mezin ê Îranê, saeta azadiya we hat. Dema ku bombebaran didomin di stargehan de bimînin, derketina derve gelekî xeter e.
Dema ku operasyona me xelas bû, hikûmeta xwe bi dest bixin. Ev dibe ku di nav çend nifşan de bibe tenê şansê we.
Bi salan e we alîkarî xwest û ti serokî newêrîbû tiştê ku min vê şevê kir bike. Amerîka bi hêza xwe ya mezin li pişt we ye.
Niha dema wê ye ku hûn qedera xwe kontrol bikin û wê paşeroja geş ava bikin ku hûn heq dikin. Ev dema çalakiyê ye."
( @realDonaldTrump - Truth Social Post )
— Donald J Trump Posts TruthSocial (@TruthTrumpPost) March 1, 2026
( Donald J. Trump - Mar 01 2026, 4:06 PM ET ) pic.twitter.com/zFomAqklO8