Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrişeke nû ya asmanî biriye ser herêmên rojava û navendî yên Îranê.
Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku Hêzên Asmanî yên Îsraîlê ew êriş pêk aniye.
30 xalên leşkerî hatin armanckirin
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku di êrişê de 30 xalên leşkerî hatine armanckirin.
Hat destnîşankirin ku di nav cihên hedefgirtî de mûşekavêj, pergalên parastina asmanî û biryargehên leşkerî hene.
Artêşê derbarê êrişan ti hûrgiliyên din belav nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse