Hinek hûrgiliyên kuştina Xamineyî derketin holê

1 demjimêr berê
Nîşan Xamineyî Kuştin Hûrgilî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê (Ajansa nûçeyan a Brîtanyayê) ragihand ku Amerîka û Îsraîlê êrişa li ser Îranê li gorî demeke taybet plan kiriye.

Êriş hatiye plankirin ku rastî dema civîna Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û alîkarên wî yên pilebilind were.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump kuştina Xamineyî ragihand, medyaya dewletê ya Îranê jî îro di demjimêrên destpêkê de piştrast kir ku Xamineyî di êrişê de hatiye kuştin.

Du rayedarên Amerîkayî ji Reutersê re diyar kir ku Amerîka û Îsraîlê bi zanebûn êriş xistiye dema civîna Xamineyî ya bi alîkarên wî re.

Bi berpirsên pilebilind re hatiye kuştin

Îsraîlê daxuyand ku Xamineyî bi çend berpirsên din ên pilebilind re hatiye kuştin.

Di nav wan berpirsan de Sekreterê berê yê Encumena Ewlehiya Niştimanî Elî Şemxanî û Fermandarê Hêza Bejahî ya Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr jî hene.

Beriya êrişê li cihekî ewle civiyabûn

Du çavkaniyên Îranî ji Reutersê re da zanîn ku Xamineyî demeke kurt beriya êrişan li cihekî ewle bi Şemxanî û Sekreterê Encumena Ewlehiya Niştimanî Elî Larîcanî re civiyaye.

Du çavkaniyên Amerîkayî yên ku nexwest navên wan werin eşkerekirin li ser mijarê axivîn.

Wan çavkaniyan diyar kir ku piştrastbûna ji civîna Xamineyî û şêwirmendên wî, bûye sedema destpêkirina operasyona asmanî û deryayî ya Îsraîl û Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst