Laricanî gefan li Amerîka û Îsraîlê dixwe: Em dê dilê we bişewitînin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî, piştî kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî, gefên tund li Amerîka û Îsraîlê xwarin.

Laricanî da zanîn ku ew dê ti carî rê nedin komên ku dixwazin Îranê perçe bikin.

"Em dê dilê we bişewitînin"

Elî Laricanî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û kuştina Xamineyî û êrişên Amerîka-Îsraîlê nirxandin û got:

"Amerîka û Îsraîlê bi kuştina Xamineyî dilê gelê Îranê şewitand, em dê jî dilê wan bişewitînin."

Laricanî her wiha diyar kir ku Îsraîl plan dike ku Îranê perçe bike.

"Bila wekî bayekî sivik nebînin"

Laricanî li ser komên ku li dijî yekparçeyiya Îranê ne jî wiha axivî:

“Divê komên ku li ser perçekirina Îranê difikirin, zanibin ku em dê ti carî nermiyê nîşanî wan nedin.

Hêzên çekdar û milet ji bo yekîtiya Îranê bi awayekî xurt li ser pêyan in.

Bila wekî bayekî sivik lê nenêrin û nefikirin ku dikarin beşekê ji Îranê veqetînin.

Hêzên çekdar di vê mijarê de xwedî rayeyeke tam in. Bersiva me ji bo van koman dê wekî ya doh be."

Laricanî li ser hilbijartina rêberê nû yê li şûna Xamineyî jî agahî dan û got:

 "Ji bo avakirina Konseya Rêbertiyê me doh civînek kir û amadehiyên xwe kirin. Ev konsey dê îro were avakirin."

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî di êrişa doh a Amerîka-Îsraîlê de hatiye kuştin.