Netanyahu: Ez dê xewna xwe ya 40 salî ya rûxandina rejîma Tehranê pêk bînim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Ez dê xewna xwe ya 40 salî ya rûxandina rejîma Tehranê pêk bînim."

Bennjamin Netanyahu rojên niha yên li herêmê wekî "bi êş" pênase kirin.

Netanyahu tekez kir ku ew dê hemû hêza xwe ya leşkerî ji bo yekalîkirina şerê li dijî Îranê bi kar bînin da ku man û paşeroja Îsraîlê garantî bikin.

Benjamin Netanyahu îro li navenda Wezareta Parastinê ya li Tel Evîvê ragihand ku Îsraîl di qonaxeke dijwar re derbas dibe.

Netanyahu sersaxî da malbatên qurbaniyan û amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl li pêşberî ezmûneke dîrokî ye.

"Me xelkê xwe ji dest da"

Netanyahu got, "Me doh li vê derê li Tel Evîvê û niha jî li Beyt Şemeşê xelkê xwe yê ezîz ji dest da.

Dilê min bi malbatên wan re ye û ez li ser navê hemû welatiyên Îsraîlê şîfayê ji birîndaran re dixwazim."

Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir ku operasyonên leşkerî yên welatê wî derbasî qonaxeke bêwêne dibin.

Netanyahu got, "Em di pêngavekê de ne ku tê de em hemû hêza Artêşa Parastinê ya Îsraîlê bi awayekî ku berê nehatiye dîtin bi kar tînin.

Ev jî ji bo piştrastbûna ji hebûn û paşeroja me ye."

Ev daxuyanî di demekê de ne ku ev duyemîn roj e Tehran û Îsraîl bi awayekî rasterast bi mûşek û dronan xaka hev bombebaran dikin.

Navenda Wezareta Parastinê ya li Tel Evîvê ku Netanyahu gotara xwe lê pêşkêş kir, navenda biryarên stratejîk a artêş û Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ye.

Ev der di demên krîzên navneteweyî de wekî jûra operasyonên bilind tê bikaranîn.

Şerê siya veguherî şerê vekirî

Aloziyên niha, piştî sala 1948an ve pevçûnên herî mezin ên rasterast ên di navbera her du welatan de ne.

Di vê pêvajoyê de hevkêşeyên ewlehiyê ji "şerê siya" veguherîne "rûbirûbûna vekirî".

Hezîrana 2025an, piştî ku Îsraîlê bi hevkariya Amerîkayê li tesîsên nukleerî yên Tehranê xist, herêm kete nav şerekî nû ku tê de teknolojiya mûşekî û dronan rola sereke dilîzin.