Trump: Me 9 keştiyên Îranê bin av kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Keştî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên wan 9 keştiyên şer ên Îranê têk birine û bin av kirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hinek ji wan keştiyan mezin û girîng bûn û baregeha sereke ya Hêzên Deryayî jî hatiye hedefgirtin.

Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump got, "Nû ji min re ragihandin ku me 9 keştiyên şer ên Îranê têk birine û bin av kirine ku hinek ji wan ta radeyekê mezin û girîng in."

Serokê Amerîkayê gef xwar û got, "Em dê li pey ên din jî biçin, ew jî dê di demeke nêzîk de li binê deryayê bin."

Baregeha sereke hat têkbirin

Trump derbarê êrişên din de jî ev zanyarî dan:

"Di êrişeke din a cuda de, me heta radeyeke mezin baregeha sereke ya Hêzên Deryayî ya wan têk bir."

Trump di dawiya peyama xwe de got, "Ji bilî vê, hêza wan a deryayî gelekî baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst