YEMEN- Ji asman û deriya ve li Hûsiyan didin

Hewlêr (Rûdaw)- Balafir û hêzên deryayî yên Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê îro serê sibehê li navendên çekdarên Hûsiyan ên şîe li bajarê Edenê dan ku di encam de çend çekdar hatine kuştin û birîndar kirin.

Hêzên hevpeymaniyê balafirgeha Eden, avahiyên hikûmetê, navenda lîwaya 5 li bakurê Edenê û xalên kontrolê yên Hûsiyan li navçeya Elelem li rojhilatê Edenê kirin armanc.

Şeva borî jî, balafirên hevpeymaniya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê, êrişî Hûsiyan li navçeyan Meran ku navenda rêberê Hûsiyan, Ebdilmelik Hûsî ye, li parêzgeha Sehde jî kirin.

Herwiha hat ragihandin ku balafiran navenda lîwaya 55 ya zêrevanên komarî yên alîgirên serokê berê yê Yemenê Elî Ebdilla Salih li parêzgeha Îb bombebaran kirin.

Ji bo cara yekem jî, balafirên Siûdiyê û hevpeymanên wê êriş kirin ser navendeke leşkerî li bendera Mîdî li parêzgeha Hice li ser sînorê di navbera Yemen û Siûdiyê de.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê hevpeymaniya li dijî Hûsiyan Ehmed Isêrî diyar kir ku destêwerdana hêzên bejayî li Yemenê niha pêwîst nake, lê got, dibe ku ew hêz di her demekê de pêwîst bikin.

Bi gotina Isêrî, armanca êrişên balafiran ew e ku pêşdeçûna Hûsiyan ber bi bajarê Edenê ve rawestîne, herwiha êrişên li bakurê Yemenê jî ji bo wê yekê ye ku ew çekdar ber bi sînorê Siûdiyê ve pêşde neçin.

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku 29 kesên sivîl di encama bombebarana balafirên Siûdiyê û hevpeymanên wê de li Yemenê hatine kuştin.

Alîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq got, ew 29 sivîl di encama bombebarankirina kampa Elmezriq hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên Neteweyên Yekbûyî, di wê êrişî de 41 kesên din jî birîndar bûne ku di nava wan de 14 zarok û 11 jin hene.

Duh çend çavkaniyan li Yemenê eşkere kirin ku di encama êrişa balafirên Siûdiyê û hevpeymanên wê li ser kampekê de 25 kesên sivîl hatin kuştin, lê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 29 kes hatine kuştin.

Berdevkê hevpeymaniya li dijî Hûsiyan red kiribû ku ew sivîl di encama bombebarana balafirên wan de hatibin kuştin.