Êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Kuweytê (KUNA), îro berê sibehê bi droneke Îranê êrişî tankerên sotemeniyê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê hatiye kirin.
Di encama êrişê de agirekî mezin derketiye lê ti ziyanên canî çênebûne.
Xisareke mezin çêbûye
Ajansê agahiyên xwe spartin Birêvebiriya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Kuweytê û diyar kir ku dronê depoyeke sotemeniyê kiriye armanc.
Ev depo ji aliyê Şirketa Dabînkirina Sotemeniyê ya Firokevaniya Kuweytê ve tê xebitandin û di êrişê de xisareke mezin çêbûye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de ti mirî û birîndar nînin û tîmên agirvemirandinê yekser çûne cihê bûyerê.
Ev êriş, yek ji wan êrişan e ku binesaziya krîtîk a Kuweytê dikin armanc.
Êrişa li Behreynê
Li rexê din, Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê daxuyand, ew agir hatiye kontrolkirin ku ji ber êrişeke Îranê ya li ser yekê ji saziyên wan derketibû.
Amerîka û Îsraîl ji 28ê Sibatê ve êrişên asmanî dibin ser Îranê.
Li gorî rayedarên Îranê, heta niha di wan êrişan de zêdetirî hezar û 340 kesî hatine kuştin.
Îran jî wekî bersivdayînê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl, Urdin, Îraq û wan welatên Kendavê dike ku mazûvaniya hêzên leşkerî yên Amerîkayê dikin.
Tengava Hurmizê di bin metirsiyê de ye
Şer her wiha bûye sedema bilindbûna bihayên enerjiyê û astengkirina keştiyevaniya di Tengava Hurmizê re.
Ev tengav deriyekî gelekî girîng ê petrola cîhanê ye û rojane derdora ji sedî 20ê petrola cîhanê di wir re derbas dibe.