Hewlêr (Rûdaw) - Bandora êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê roj bi roj girantir dibe.
Şopên mûşekên Îranê li Îsraîlê diyar in û van êrişan zerereke zêde li pey xwe hiştiye.
Li bajarê Bnei Brakê yê li naverasta Îsraîlê hinek avahî rûxiyane û zerer gihîştiye mal û milkên xelkê.
"Li her derê sitargeh nînin"
Welatiyê Îsraîlî yê bi navê Ariye li ser rewşa bajêr û metirsiya êrişan got:
“Bi rastî ez şaş nebûm, ji ber ku îro êdî tiştek nabe sedema matmayînê.
Lê ez bi wê yekê şaş mam ku ti wendahiyên canî çênebûn, ji ber ku li vir, li her derê sitargeh nînin.”
Bîlançoya şer
Di êrişan de welatiyên sivîl dibin mexdûrên sereke.
Heta niha li Îsraîlê 23 sivîlan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 131 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha zêdetirî 8 hezar kes neçar mane ku malên xwe vala bikin û li cihekî din bi cih bibin.
Polîsên Îsraîlê rewşa awarte ragihand
Li hemberî rewşa heyî, Polîsên Îsraîlê "rewşa awarte" ragihand.
Hêzên polîsan û tîmên hawarçûnê li hemû bajaran hatin belavkirin.
Berdevkê Navneteweyî yê Polîsên Îsraîlê Dean Elsdunne li ser kar û barên ewlehiyê ev agahî dan:
“Me yekîneyên xwe yên li seranserê welêt bihêztir kirine.
Zêdetirî 20 hezar polîsên xwebexş û efserên alîkar hene ku li gel efserên daîmî li kolanan in.
Her wiha 13 yekîneyên yedek ên polîsê sînor hatine erkdarkirin û alîkariyê pêşkêş dikin.”
Ji bilî windahiyên canî, şer şopên wêranker li ser jêrxaneya Îsraîlê jî hiştine.
Amar nîşan didin ku zêdetirî 30 hezar avahî û xaniyan zerer dîtiye û zêdetirî 4 hezar otomobîl jî hatine têkbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse