Li Îsraîlê şewateke mezin: Bi hezaran kes derbider bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyariyê da ku dibe ku agirê li Îsraîlê ketiye, bigihêje bajarê Orşelîmê (Quds) û got ev "rewşeke awarte ya neteweyî ye."
Dûxanê rêyên sereke yên nêzîkî bajarê Orşelîmê girtine, tîmên agirvemirandinê ji bo temirandina êgir dixebitin.
Gelek kes birîndar bûne, artêşa Îsraîlê ji bo alîkariya tîman leşker şandine deverên ziyandîtî.
Ajansa Alîkariya Lezgîn a David Megan Adom ragihand, jiyana bi sedan kesan, ji ber vî agirê ku çendîn sal in mînaka wî çênebûye di metirsiyê de ye.
Ajansê ragihand ku 23 kesan tedawî wergirtiye û 13 kesên din jî şandine nexweşxaneyê.
Di nav birîndaran de, du jinên ducanî û du zarokên di bin temenê salekê de hebûn. Îsraîlê rewşa awarte gihandiye asta herî bilind.
Agirê nêzîkî Orşelîmê roja 30ê Nîsanê li daristana Eştawolê li nêzîkî gundê Nev Şalomê yê li rojavayê bajêr derketiye.
Sedema agir
Tê texmînkirin ku sedema agir rewşa hewayê ya germ û hişk û bayê bihêz be.
Rayedarên Îsraîlê hîn lêkolînê dikin û guman hene ku kesekî bi qestî agir berdabe.
Heman rojê çend kes bi gumana agirberdanê hatin desteserkirin.
Li nêzîkî bajarê Modînê, Yuval Aharoniyê 40 salî got: "Ez gelekî poşman im. Me dizanibû ku ew cûre rewşa hewayê dê bibe sedema derketina agir, lê wisa xuya dike ku me bi qasî pêwîst xwe amade nekiriye, firoke jî berdewam in li avreşandinê."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî da ku dibe ku agir bigihêje qeraxê yan heta nava bajarê Orşelîmê.
Netanyahu got, "Pêwîst e em agirkujên zêdetir bişînin. Ev rewşeke awarte ya neteweyî ye, parastina Orşelîmê xala sereke ye."
Bi hezaran kesan malên xwe vala kirine
Polîsên Îsraîlê rêya sereke ya di navbera Orşelîm û Tel Avîvê de girt û ew kesên ku li wê derûdorê dijiyan ji malên xwe derketin.
Yosef Aron, xwendekarekî Îsraîlî ye û got, "Gelek polîs û agirkuj hatin lê agir ji mêj ve herêm Kontrol kiribû."
Eyal Kaspî, birêvebirê agirkujiyan got, "Ji ber rewşa hewayê, balafirên me nikarin bifirin.
Niha armanca me ew e ku em jiyana xelkê rizgar bikin. Dibe ku ev agirê herî mezin ê Îsraîlê be ku çendîn dehsal in nehatiye dîtin."
Polîsê Îsraîlê li ser Xê ragihand ku wan hêzên xwe li derûdora rêyên sereke û bilindahiyên Orşelîmê belav kirine û daxwaz ji xelkê dixwazin ku ji wê herêmê dûr bin.
Gelek şofêran ji tirsa canê xwe li ser rêyên sereke otomobîlên xwe bi cih hiştin. Her wiha gelek gund jî hatin valakirin.