Qalîbaf: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi ser nakeve
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku hewldanên Amerîkayê yên ji bo dorpêçkirina deryayî ya Îranê bi ser nakevin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf amaje bi dirêjiya sînorên Îranê kir û got, "Serkeftî bin di dorpêçkirina welatekî de ku sînorên wî yên wisa hebin."
Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û di peyama xwe de rexne li hewldanên Washingtonê girtin ku dixwaze Îranê dorpêç bike.
Qalîbaf di peyama xwe de cografyaya Îran û Amerîkayê da ber hev û wiha nivîsand:
"Eger hûn du dîwaran ava bikin, yek ji New Yorkê heta beravên rojava û ya din jî ji Los Angelesê heta beravên rojhilat, dirêjiya wan a giştî digihêje 7 hezar û 775 kîlometreyî.
Ev hîn jî nêzîkî hezar kîlometreyî ji dirêjiya giştî ya sînorên Îranê kêmtir e."
Serokê Parlamentoya Îranê bangî Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth kir û got:
"Têbinî ji bo Pete Hegseth: Kîlometreyek wekî 0,62 mîlî ye."
Ji 28ê Sibata borî ve û li gel destpêkirina şer Tehranê Tengava Hurmizê girtiye.
Vê yekê tevgera keştiyên bazirganî û veguhastina deryayî ya li wê herêma stratejîk rawestandiye.
Wekî bersivekê ji bo vê gava Tehranê, Washingtonê ji 13ê Nîsanê ve rêzedorpêçên tund danîne ser keştî û benderên Îranê.
Armanca van dorpêçan birîna çavkaniyên darayî yên Îranê ye û neçarkirin e ku vegere ser maseya dan û standinan.