Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ji şeva borî ve li başûrê Libnanê êriş pêk anîn û di van êrişan de 11 kes hatin kuştin.
Agirbestê 17ê Nîsanê dest pê kiribû lê artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser bajarokên li başûrê Libnanê didomîne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê bi şev êriş pêk anîne.
Di êrişên li bajarokê Nebatiyeya Jorîn de 2 kes û li Kefer Rumanê jî 5 kes hatine kuştin.
Her wiha di êrişa li Nebatiyeyeyê de 10 kes jî birîndar bûne.
Li bajarokê Eyn Bialê jî nîvro êrişî xaniyekî hate kirin û jinek miriye.
4 birîndarên wê êrişê rakirine nexweşxaneya li bajarê Sûrê.
Li bajarokê Burc Kalawayê kesek û li bajarokê Deyr Kanûn Ras Eynê jî 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Êriş û agirbest
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê dest bi êrişêb li ser Libnanê kiribû.
Hikûmeta Libnanê di wê heyamê de ragihandibû ku hejmara koçberan ji milyonekê borî ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî diyar kiribû ku ji 2yê Adarê ve di êrişên Îsraîlê de bêhtirî 2 hezar û 500 kesan hatine kuştin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta demkî ya 10 rojan a di navbera Libnan û Îsraîlê de ya ku 17ê Nîsanê dest pê kiribû, 3 hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Lê her du alî jî êrişên xwe didomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse