Xwepêşanderên Lubnanî: Bila Alex Ferguson bibe serokê me

 Hewlêr (Rûdaw) – Xwepêşanderên nerazî li Lubnanê daxwaz kirin, Rahênerê berê yê Manchester United, Sir Alex Ferguson bibe serokê Lubnanê.

 

Xwepêşandanên nerazîbûnê li Lubnanê berdewam in û rojane bi hezaran kes li dijî rewşa xirab a xizmetgihandinê têne ser cadeyan û nerazîbûna xwe li hember wê rewşa ku li Lubnanê heye tînin ziman.

 

Li gor agahiyan, di pêşveçûneke nû de, xwepêşanderên lubnanî daxwazek seyr kirin.


Hat gotin, xwepêşanderan daxwaz kirin, kursiyê serokatiya wî welatî vala nemîne û Rahênerê berê yê tîma fotbolê ya Manchester United, Sir Alex Ferguson wek serokê Lubnanê bê diyarkirin.

 

Xwepêşanderan anîn ziman, Ferguson 27 salan rahênerê tîma Manchester United bûye û kariye bi baştirîn şêwe wê tîmê birêve bibe, her ji ber wê yekê jî dikare welatê Lubnanê bi şêweyeke baştir birêve bibe û jiyaneke bextewer ji welatiyan re dabîn bike.

 

Lubnan di kirîzeke mezin a siyasî û xizmetuzariyan de dijî. Ew nêzîkî salekê dibe ku Lubnan bê serok maye û aliyên siyasî jî li ser hilbijartina serokekî bo wî welatî nakokî hene.


Herwiha ligel wê çendê arîşeyan xizmetguzariyê jî li wî welatî derketine û şaredariyên wî welatî zibil li kolnann û li ser cadeyan kom nakin û ji ber wê jî di medyayê de tê gotin, li wî welatî "kirîza zibil" derketiye.

 

Xwepêşanderên nerazî bi bilindkirina wêneyên Ferguson li ser cadeyan û qadên giştî yên bajarên Lubnanê, dibêjin ê her du alî li ser  Fergosun razî bin û ew dikare bi hêsanî bibe serokê welat.