Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke Dêra Ortodoks a Rûsyayê re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke Dêra Ortodoks a Rûsyayê ya bi serokatiya Berpirsê Pêwendiyên Derve Metran Antony re civiya.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê jî li civînê amade bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de rewşa pêkhateyan, bi taybetî jî rewşa Xiristiyanan a li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Dêra Ortodoks a Rûsyayê ya bi civak û dêrên Xiristiyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.
Divê were gotin ku şandeya mêvan hefteya borî ji bo beşdarbûna konferanseke Dêra Rojhilat a Asûriyan hatibû Hewlêrê.
Şandeya Dêra Ortodoks kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina Herêma Kurdistanê anî ziman.
Wan her wiha pesnê çanda bihevrejiyana di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de ya li Herêma Kurdistanê da û spasiya xwe ji bo parastina maf û azadiyên wan ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî jî anî zimên ku ew ji bo vê serdanê kêfxweş e serdan wekî “nîşaneke girîng” a piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Wî her wiha ducare kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda xwe ya bihevrejiyan, hevqebûlkirin û lêborînê ya di navbera pêkhateyan de dike û dê her tim parêzvanê wê çandê be.
Hevdîtinên şandeyê yên bi nûnerên pêkhateyên din ên olî yên li Herêma Kurdistanê re, qonaxên pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê yên bi Rûsyayê re, girîngiya diyalog û hevdîtinên di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de û pêwendiyên wan ên bi derve re mijarên din a hevdîtinê bûn.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî bi şandeyeke Dêra Ortodoks a Rûsyayê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 1, 2025
🛑 Nêçîrvan Barzanî di civînê de got: "Em şanaziyê bi çanda xwe ya bihevrejiyanê dikin" pic.twitter.com/3328ySrs7H