Pêşmergeyê berê ji Xezeyê bang kir: Mala min wêran bû, ez dixwazim vegerim
Hewlêr (Rûdaw) - Cefer Xelîl Golanê 65 salî, piştî 30 salan dûrketina ji welatê xwe, niha li Xezeyê di rewşeke dijwar de dijî û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku alîkariyê bidin wî ku vegere.
Cefer xelkê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye û ji 1995an ve li Xezeyê dijî.
Ew çîroka êşên xwe ji Rûdawê re vedibêje û dibêje:
"Dema ez zarok bûm, min bi malbata xwe re welatê xwe bajarokê Dêrikê hişt û em çûn Dihokê."
Cefer dibêje ku bavê wî yek ji hevalên Mela Mistefa Barzanî bûye û hezkirineke wî ya zêde ji bo niştiman û Pêşmergeyan heye.
Cefer her wiha got, "Sala 1971ê em li gundê Çem Şerefê yê nêzîkî Çemê Dîcleyê bi cih bûn."
Ji Dêrikê ber bi Xezeyê ve
Cefer dide zanîn ku paşê tevlî Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) bûye û sala 1982yan çûye Cezayîrê.
Nîvê salên 90î jî çûye Xezeyê û wekî efser di nava Desthilata Filistînê de xizmet kiriye heta ku malnişîn bûye.
"Mala min ji binî wêran bû"
Cefer derbarê rewşa xwe ya niha ya li Xezeyê got:
"Mala min hefteya yekem a şer ji binî wêran bû. Ez di navbera Refeh û Nuseyratê de koçber bûm û min hejmareke zêde ya endamên malbata xwe ji dest dan."
Cefer her wiha behsa wê yekê dike ku ji ber kêmbûna xwarin, derman û avê dinale û heta bûye xwedî pêdiviyên taybet (astengdar).
"Balyozê Kurdan"
Cefer Xelîl xwe wekî "Balyozê Kurdan ê li Xezeyê" dibîne û dibêje:
"Ez serbilind im ku di maweyê mana xwe de min wêneyekî baş ê Kurdan pêşkêş kiriye."
"Ez li vir bê kes im"
Ew welatî niha hest bi tenêbûnê dike û dibêje, "Malbatên Xezeyê alîkariya hev dikin çimkî kes û karên hev in. Ez li vir bê kes im û ti alîkarî nagihîje min."
Hesreta Newrozê û axa welêt
Xwişk û birayên Cefer li Dihokê dijîn û ew hêvî dike ku careke din bi dîtina wan şad bibe.
Ew bi hesret dibêje, "Ez bêriya welat û xizmên xwe dikim, dixwazim bi Kurdî biaxivim û bi xwişk û birayên xwe re ahenga Newrozê bigêrim.
40 sal in li xerîbiyê me û hêvîdar im emrê xwe yê mayî li Kurdistanê derbas bikim û li wir bimirim."
Cefer Golan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku alîkariyê bikin da ku karibe vegere Kurdistanê.