Îsraîlê dîsa êrişî Tehranê kir

1 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Artêşa Îsraîlê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêleke nû ya êrişên asmanî biriye ser navenda Tehranê.

Artêşê destnîşan kir ku wan ew cih kirine hedef ku wekî "navendên rejîma Îranê" tên pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên asmanî li gorî rêçikên îstixbarata leşkerî, li "dilê Tehranê" dest bi êrişên din kir.

Li aliyê din, medyaya Îranê ragihand ku balafirên şer li bajarên Abedan û Ehwazê yên li başûrrojavayê Îranê jî xistiye.

Heta niha derbarê zerer û hûrgiliyên êrişan de ti agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst