Qeder an sîxur: Qaanî çawa ji mirinê difilite?
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa hevpar a Îsraîl û Amerîkayê, li ser medyaya civakî îdiayên "sîxuriyê" yên di asta fermandariya leşkerî ya Îranê de belav dibin.
Îdiayên sîxuriyê yên li ser Fermandarê Supaya Qudsê Îsmaîl Qaanî ji nû ve geş bûn.
Tê gotin ku Qaanî bi çend çirkeyan ji wê operasyonê rizgar bûye ku Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî tê de hat kuştin.
Tora nûçeyan a Rusen Pressê îdia kir ku Qaanî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye desteserkirin û lêpirsîna wî tê kirin.
Îsmaîl Qaanî xelefê Qasim Silêmanî ye ku sala 2020î hatibû kuştin.
Qaanî ji ber ku di van her du salên dawî de ji hemû êrişên mezin ên li herêmê "sax" rizgar bûye, ketiye navenda gumanan.
Ji operasyona li dijî Xamineyî çawa rizgar bû?
Sibeha 28ê Sibata 2026an li dijî rûniştgeh û ofîsa Xamineyî operasyonek hat kirin.
Di vê êrişê de 48 kesên ji asta herî jor a Îranê mirin.
Tê îdiakirin ku Îsmaîl Qaanî jî di nav armancan de bûye lê wî demeke kurt beriya êrişê civîn terk kiriye.
Li gorî agahiyên ku xwe dispêrin rayedarên Îranî, Qaanî bi hinceta "erkekî operasyonî" zû ji avahiyê derketiye û bi vî awayî sax maye.
Lê belê ev rewş ji aliyê hinek derdorên li nav Îranê ve wekî "lihevrasthatinek"ê nayê dîtin.
Ev yek wekî nîşana "xiyaneteke navxweyî" yan jî têkiliyeke bi îstixbarata Amerîka û Îsraîlê re tê nirxandin.
Rusen Press: Hatiye desteserkirin
Li gorî nûçeya Rusen Pressê ya ku di çapemeniya navneteweyî de deng vedaye, Supaya Pasdaran a Îranê dest bi lêkolîneke navxweyî kiriye.
Armanca lêkolînê ew e ku çavkaniya agahiyên ku hatien dizîn bê peydakirin.
Li gorî îdiayê, di vê çarçoveyê de Fermandarê Supaya Qudsê Îsmaîl Qaanî bi awayekî demkî ji karê xwe hatiye dûrxistin.
Hat gotin ku Qaanî li herêmeke ku ewlehiya wê gelekî tund e di bin lêpirsînê de ye.
Birêvebiriya Tehranê heta niha li ser van îdiayan daxuyaniyeke fermî nedaye.
Lê Îranê di demên borî de ji bo rewşên bi vî rengî pênaseya "operasyona derûnî" bi kar anîbû.
Kuştina Nasralah û ‘Şerê 12 Rojan’
Gumanên li ser Qaanî ne nû ne. Rêberê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlona 2024an li Beyrûtê hat kuştin.
Wê rojê Qaanî li herêmê bû lê ew bêyî ku birîndar bibe ji êrişê rizgar bû.
Vê yekê destpêka nîqaşên "sîxuriyê" anîbû.
Her wiha di şerê Hezîrana 2025an de ku wekî "Şerê 12 Rojan" hat binavkirin, navendên nukleerê û mûşekan ên Îranê bûn armanc.
Qaanî di wê pêla êrişan de jî li derveyî armancan ma û vê yekê dîsa bal kişandibû.
Li ser medyaya civakî vîdeo û anîmasyonên ku Qaanî wekî "zilamê ku Îran firotiye" pênase dikin belav dibin.
Ev yek jî asta bêbaweriya civakî ya li Îranê nîşan dide.
Gotegotên ‘krîza dil’ ên dema borî
Beriya niha jî demên ku Îsmaîl Qaanî "winda bibû" hebûn.
Salên 2024 û 2025an di qonaxên krîtîk ên li Libnan û Îranê de bi rojan agahî ji Qaanî nedihatin wergirtin.
Wê demê jî hatibûn angaştkirin ku ew "hatiye girtin û di dema lêpirsînê de krîza dil derbas kiriye."
Lê belê ew pişt re derketibû pêşberî kamerayan û wî ev îdia red kiribûn.