Li Kuweytê balafirên şer ên Amerîkayê ketin xwarê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku çend balafirên şer ên Amerîkayê ketine xwarê û hemû pîlotên di nav balafiran de bi silametî hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê, îro berê sibehê çend balafirên şer ên Amerîkayê ketine xwarê.
Aliyên pêwendîdar demildest dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirina pîlotan kiriye.
Rewşa pîlotan
Wezareta Parastinê ya Kuweytê diyar kir ku pîlot ji bo kontrola tenduristiyê ji cihê bûyerê veguhastine nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku niha rewşa tenduristiya wan cîgir e.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Derbarê hûrgiliyên bûyerê û girtina tevdîrên teknîkî yên hevpar de, bi hêzên dost ên Amerîkayê re hevahengiyeke rasterast hatiye kirin."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê da zanîn ku lêkolîna aliyên pêwendîdar a ji bo diyarkirina sedemên rastîn ên ketina balafiran didome.
#VÎDEO - Kuweytê bi şaşî balafireke şer a Amerîkayê xist
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 2, 2026
Her du pîlotên balafirê hatin rizgarkirin pic.twitter.com/lVpeRtJ2R6