Bi dronê êrişî rafîneya herî mezin a Erebistana Siûdî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Semaforê ya Amerîkayê ragihand ku îro serê sibehê bi dronan êrişî rafîneya Aramcoyê ya Erebistana Siûdî hatiye kirin.

Ajansê da zanîn, ji ber êrişê li refîneya petrolê ya Aramcoyê ya bi navê "Res Tenûre" agir derket lê zû hat kontrolkirin.

Çavkaniyekê jî ji Reutersê re got, wekî tevdîreke parastina selametiya karmendan rafîne hatiye girtin lê ti metirsî nemaye.

Şerê Amerîka û Îranê

Ti aliyekî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe lê êriş di demekê de ye ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re di roja sêyemîn de ye.

28ê Sibatê, Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Şazada Sultan a li Riyada paytexta Siûdiyê kiribû.

Şirketa herî mezin a petrolê

Aramco şirketa herî mezin a hilberînera petrolê ya cîhanê ye û şirketa petrolê ya niştimanî ya Şahnişîna Siûdiyê ye.

Meha yekem a îsal, Siûdiyê bi rêya Aramcoyê 10,1 milyon bermîl petrol hilberandin.