Hewlêr (Rûdaw) - Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di dehemîn pêla êrişên xwe yên mûşekî yên li Îsraîlê de, nivîsgeha Serokwezîr Benjamin Netanyahu kiriye armanc.
Her wiha hat diyarkirin ku cihê mana Fermandarê Hêzên Asmanî yên Artêşa Îsraîlê jî hatiye hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniya nû ya Supaya Pasdaran, di vê êrişa "biarmanc û ji nişka ve" de mûşekên cureyê "Xeyber" hatine bikaranîn.
Supaya Pasdaran diyar kir ku wan kariye "derbeyeke giran" li nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û cihê Fermandarê Hêzên Esmanî yên Artêşa Îsraîlê bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse