Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan: Welatên Kendavê êdî bêalî namînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan Dr. Ebdulazîz Seqer diyar kir ku miameleyên balkêş ên Îranê û êrişên wê yên li ser welatên herêmê wisa dikin ku Welatên Kendavê dev ji bêalîbûnê berdin û ji bo parastina xwe li rêyên din bigerin.
Dr. Ebdulazîz Seqer diyar kir ku Welatên Kendavê dê rê bidin Amerîkayê ku ji bo bersivdana Tehranê xak û asmanê wan bi kar bîne.
Seqer her wiha diyar dike, dibe ku em di rojên pêş de dewriyeyên hevpar ên hêzên asmanî yên Welatên Kendavê yên ji bo parastina asmanê wan bibînin.
Pêşhatên di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê de wisa kiriye ku Welatên Kendavê ji her demê zêdetir nêzîkî tevlêbûna nav şer bibin, bi taybetî jî ku Îran ji roja yekem a şer ve bi tundî êrişî Welatên Kendavê dike.
Serokê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî dibêje ku ev êriş ne li dijî wan welatan in, ew êrişên li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkayê ne û ew baregeh jî wekî xaka Amerîkayê tên hesabkirin.
Welatên Kendavê didin zanîn ku êrişên Îranê jêrxan û herêmên sivîlan dikin armanc.
Hinek Welatên Kendavê, Urdin û Amerîkayê daxuyaniyeke hevpar belav kir û tê de êrişên Îranê yên li ser welatên herêmê û Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyaniya ku Erebistana Siûdî, Behreyn, Urdin, Kuweyt, Qeter, Îmarat û Amerîkayê bi hev re belav kiriye de wiha hat gotin, "Ev tevgerên Îranê aloziyeke metirsîdar e û gef e li ser aramiya herêmî.
Ji bo parastina welatî, serwerî û xaka xwe em yekrêz in." Wan her wiha tekezî li ser mafê xweparastinê kir.
“Êriş li dijî otêl û herêmên sivîlan in”
Dr. Ebdulazîz Seqer di hevpeyvîneke taybet a bi Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Nwêner Fatîh re de diyar kir ku Îran bi hinceta lêdana baregehên biyanî êrişan dike lê di rastiyê de ew herêmên sivîlan dike armanc.
Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan di berdewamiyê jî de wihsa got:
"Îranê bi hinceta armancên Amerîkayê êrişî xelkê me yê Kurdistanê li Hewlêrê kir, li Kendavê jî bi heman hincetê êrişan dike lê êriş li dijî herêmên sivîl û otêlan tên kirin.
Ev yek binpêkirineke eşkere ya serweriya welatan e."
Dawiya qonaxa bêalîbûnê
Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan daxuyand ku Welatên Kendavê tim hewlên aramkirinê dane lê êrişên li ser dezgehên petrolê û derxistina astengiyan a li Tengava Hurmuzê hevkêşe guherandiye.
Dr. Ebdulazîz Seqer di berdewamiyê jî de got, "Ew welatê ku berê me wekî Welatên Kendavê navbeynkariya wî dikir, niha êrişî welatên me dike.
Loma bêalîbûn bi dawî hat û niha mafê Welatên Kendavê yê xweparastinê heye; yan bi rêya beşdarbûna di operasyonên Amerîkayê de, yan jî bi rêdana Washingtonê ku xak û asmanê Welatên Kendavê bi kar bîne."
Wezareta Vejenê ya Siûdiyê roja duşemê ragihand ku ji ber êrişekê agir derketiye û hinek xebatên parzûngeha mezin a "Re's Tenûre"yê ya li welêt hatine rawestandin.
Di daxuyaniyeke Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî de wiha hat gotin, "Wekî tedbîreke xweparastinê hinek yekeyên xebatê yên li parzûngehê hatin girtin lê ev yek ti bandorê li dabînkirina berhemên petrolê ji bo bazarên navxweyî nake."
Gelo dê hêza hevpar a Kendavê bikeve dewrê?
Seqer derbarê gavên pratîkî û parastina herêmê amaje bi "Hêza Mertala Cezîreyê" kir û got:
"Dibe ku em ji niha û pê ve, ji bo parastina asmanê herêmê ji gefên Îranê, dewriyeyên hevpar ên hêzên asmanî yên Qeter, Siûdiye û Îmaratê bibînin."
“Şiyana leşkerî ya Îranê bi paş ve diçe”
Dr. Ebdulazîz Seqer derbarê rewşa navxweyî û leşkerî ya Îranê de di wê baweriyê de ye ku Tehran di rewşeke lawaz de ye û got, "Şiyanên parastinê yên Îranê di asta pêwîst de nînin û hejmara mûşekên wê yên balîstîk bi awayekî berbiçav kêm dibe.
Dron jî tenê tiştên acizker in û nexşeya şer naguherin."
Lêkoloerê Ereb destnîşan kir ku nebûna fermandariyeke navendî ya toxim û parçebûna desthilatê ya li nav Îranê, bandoreke neyînî li ser berdewambûna operasyonên Tehranê kiriye.
Dr. Ebdulazîz Seqer di daxuyaniyên xwe yên ji bo Rûdawê de, hişyarî da Tehranê û got:
"Baştir e Îran rewşa xwe ya navxweyî baş bike û guh bide daxwazên navneteweyî, çimkî Welatên Kendavê dê bi hemû şiyanên xwe xwe biparêzin û ji bo vê yekê jî dê asankariyê ji bo her aliyekî bikin ku di parastina asayîşa herêmê de alîkar be."