Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Tehran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên li dijî baregeh, fermandariyên leşkerî, berpirs û baregehên mûşekî yên Îranê li deverên cihê yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve didomin.

Ji aliyê her du welatan îro bi balafir, mûşek û dronan bi dehan dever hatin bombebarankirin û herî zêde êriş li Tehranê bûn.

Li gorî zanyariyên piştrastkirî, îro avahiya fermandariya hêzên polîs ên Îranê li Tehranê û bi dehan baregeh û dever li herêma Mazenderan û taxa Lewîzan a li bakurê rojhilatê Tehranê, Qada Firdewsî, Qada 11an a Narmekê, cadeyên Muteherî, Şerîetî, Cadeya Tirkmenistanê, Cadeya Simnanê êriş pêk hatin.

Herwiha bajarokê Welîesir, çend dever li rojavayê bajêr bi taybetî derdora Cadeya Eşrefî Isfahanî, taxên Şehrizîba û Şehren li quntarên zincîreçiyayê Elborzê, Qada Artêşê li bakur û Sêrêyana Zerabxane li bakurê rojhilatê Tehranê û taxa Arac a li bakurê Tehranê hatin bombebarankirin. Li taxa Narmekê jî avahiyeke Supaya Pasdaran hate bombebarankirin.

Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku beşek ji wan cihên hatine bombebarankirin cihên niştecihbûna xelkê sivîl in û gelek kesên sivîl bûne hatine kuştin û birîndarkirin.

Çend avahî li Cadeya Sipehbud Qerenî li herêma 1 û navenda Tehranê jî hatin bombebarankirin.

Medyaya fermî ya Îranê bombebarankirina navenda fermandariya polîsê dîplomatîk a Îranê li wê cadeyê piştrast kir.

Ew beşa polîs berpirsê dabînkirina asayîşa nûnertiyên welatan û parastina balyoz û dîplomatên biyanî ye li Îranê.

Rêxistina Pîşesaziya Fezayî ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê û ofîsa hejmarek kompanya û dezgehên din ên ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê re kar dikin li wê cadeyê ne.

Avahiya navenda hawarçûnê ya Tehranê jî hate bombebarankirin.

Berdevkê wê dezgehê ragihand, di encama bombebaranê de serok û hejmarek ji berpirs û karmendên navendê birîndar bûn.

Li derdora Tehranê jî, baregeheke leşkerî li nêzîkî gundê Bîdigine yê ser bi bajarê Melardê yê parêzgeha Tehranê, her wiha embar û bajarokê pîşesaziyê ya herêma Feşafuyê ya ser bi bajarê Reyê û her wiha qaymeqamiya bajarê Reyê li parêzgeha Tehranê hatin bombebarankirin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê diyar dike ku stasyona sereke ya elektrîkê ya Feşafuyê hatiye bombebarankirin û bûye sedema qutbûna elektrîkê li hinek deverên Tehranê.

Her wiha li gorî nûçeyên medyaya Îranê, dengê teqîna bihêz li nêzîkî dezgeha atomî ya Isfahanê hatiye bihîstin li nêzîkî bajarê Isfahanê.

Baregeha 8an a hêza asmanî ya Artêşa Îranê jî li nêzîkî wê dezgeha atomî ye û ew jî hatiye bombebarankirin. Yek ji mezintirîn sîstemên mûşekî yên Îranê û her wiha baregeha parastina asmanî ya Îranê li wê baregeha artêşê ye.

Îro sibehê çend caran dengê teqîna bihêz li nav bajar û derdora Tebrîzê jî hatiye bihîstin. Her wiha hatiye belavkirin ku baregeha mûşekî ya Emendê li nêzîkî bajarê Sufyanê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat jî îro hatiye bombebarankirin.

Her îro çend teqînên bihêz li başûrê bajarê Kerecê li parêzgeha Elborzê rû dan. Her wiha baregehên leşkerî yên Germdere, Melard û Ferdîsê yên Kerecê jî careke din hatin bombebarankirin.

Li nav bajar û derdora Hemedanê gelek dever hatin bombebarankirin. Yek ji wan cihên li Hemedanê hatiye bombebarankirin, serbazgeha Ebuzer a girêdayî hêza piyade ya Artêşa Îranê ye.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, mala fermandarê Supaya Pasdaran li parêzgeha Hemedanê jî hatiye bombebarankirin.

Her wiha li bajarê Nehawendê yê wê parêzgehê, li baregeheke leşkerî hatiye xistin.

Îro serbazgeha Supaya Pasdaran a li bendera Mahşehrê ya parêzgeha Xûzistanê ku bi serbazgeha herêma sê tê naskirin, çend caran hate bombebarankirin.

Medyaya Îranê belav kir ku berê sibehê bi dronan çend dever li nêzîkî nexweşxaneya Ebuzer a navenda bajarê Ehwazê yê navenda parêzgeha Xûzistanê hatin bombebarankirin.

Her li parêzgeha Xûzistanê, serbazgehên tabûra 115an a Beytulmuqedes, Hebîbulah û embara cebilxaneyê ya Supaya Pasdaran û baregehên mûşekî yên Melaşiye û Îmam Hesen li bajarên Ehwaz, Xurremşehr û Endîmişkê hatin bombebarankirin.

Li nêzîkî bajarê Abadanê jî, komelgeheke pîşesazî ya ji bo çêkirina dronan hate bombebarankirin.

Ajansên Îranê li gorî çavkaniyên agahdar belav kir, li bendera Jaskê li parêzgeha Hormozganê ya başûrê wî welatî, baregeheke pasewaniya sînorê deryayî hatiye bombebarankirin û hejmarek ji hêzên nav baregehê hatine kuştin.

Li bajarên Mahşehr û Bestekê yên wê parêzgehê jî gelek baregehên leşkerî û ewlehî, bi taybetî baregehên hêza deryayî ya Supa û Artêşa Îranê hatin bombebarankirin.

Her wiha bombebarankirina balafirxane û baregehên leşkerî li girava Kîşê ji bo çendemîn car ji destpêka şer ve, berdewam bû.

Navendên leşkerî yên li bajarê Bender Ebbasê jî îro careke din hatin bombebarankirin.

Li nav bajarên Şîraz, Yezd, Kerman, Erdebil, Erak û Zencanê jî gelek dever hatin bombebarankirin.

Yek ji wan cihên li Kermanê hatiye bombebarankirin, baregeha hêza asmanî ya Supaya Pasdaran e. Li Eraka navenda parêzgeha navendî jî avahiya yekeya taybet a polîsan hatiye bombebarankirin.

Hikûmeta Îranê bi berdewamî amara qurbaniyan belav nake. Li gorî amara berdevkê Heyva Sor a Îranê ku berî nîvroya îro belav kir, 555 kes li wî welatî hatine kuştin.

Mucteba Xalidî, Berdevkê Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku Amerîka û Îsraîlê êrişî gelek deveran li 131 bajarên Îranê kiriye.

Li hemû Îranê 483 bajar hene. Bajar xwedî qaymeqamiyet in û her bajarek ji navenda bajêr, yek an çend bajarok û hejmarek gundan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst