Îranê Tengava Hurmuzê girt: ‘Em dê keştiyan bişewitînin’

3 demjimêr berê
Nîşan Tengava Hurmuzê Îran Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê ya ku korîdora herî stratejîk a enerjiyê ya cîhanê ye bi temamî hatiye girtin.

Fermandar Îbrahîm Cebarî hişyarî da ku her keştiya ku hewl bide derbas bibe dê bibe hedef û bihayê petrolê dê derkeve 200 dolarî.

Li aliyê din, Îranê pêla 13emîn a êrişên li ser baregeha Amerîkayê ya li Kuweytê da destpêkirin.

Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Îbrahîm Cebarî ji televîzyona fermî re axivî.

Cebarî bi awayekî fermî ragihand ku Tengava Hurmuzê ji bo hemû derbasbûnan hatiye girtin.

“Her keştiya ku derbas bibe dê were şewitandin”

Cebarî diyar kir ku li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê wan biryar daye trafîka deryayî ya li herêmê bi temamî rawestînin û got:

“Tengava Hurmuzê hat girtin. Em dê êrişî her keştiya ku hewl bide ji vir derbas bibe bikin û wan bidin ber êgir.

Her keştiya ku tengavê bin pê bike, dê ji aliyê qehremanên me yên Hêzên Deryayî û Bejahî yên Pasdaran ve were şewitandin. Bila kes neyê vê herêmê.”

“Bihayê petrolê dê bigihe 200 dolarî”

Cebarî cîhan li ser encamên aborî yên şer tehdîd kir û got ku ew dê xetên enerjiyê jî bikin hedef û got:

“Bihayê bermîla petrolê ji xwe gihiştiye 82 dolarî, divê cîhan teqez li bendê be ku biha herî kêm derkeve 200 dolarî.

Em dê ne tenê keştiyan, xetên boriyan ên petrolê jî lê bidin. Em dê rê nedin ku dilopek petrol ji herêmê derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst