FT: Îsraîlê bi kamerayên trafîkê cihê Xamineyî dît

1 demjimêr berê
Nîşan Elî Xamineyî Kuştin Mossad Îsraîl Kamerayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Financial Timesê (FT) ya Brîtanyayê hûrgiliyên balkêş ên li ser kuştina Rêberê Îranê belav kirin.

Li gorî nûçeyê, Îsraîlê bi hackirina kamerayên trafîkê yên Tehranê cihê Elî Xamineyî destnîşan kiriye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê tîma parastinê ya Xamineyî gav bi gav şopandiye.

Her wiha di dema sûîqestê de bi rêbaza "hêl mijûl e" pêwendiya parêzvanan a bi derve re hatiye qutkirin.

Operasyona “Xezeba Destanî”

Sirên istixbaratî yên operasyona "Epic Fury" (Xezeba Destanî) ku 28ê Sibatê serê sibehê pêk hat hêdî hêdî derdikevin holê.

Çavkaniyên payebilind ji Financial Timesê re axivîn û wan diyar kir ku mertalê parastinê yê li Kolana Pasteurê çawa hatiye derbaskirin.

Kolana Pasteurê wekî herêma herî ewle ya Tehranê tê naskirin.

Kamerayên trafîkê bûn sîxur

Li gorî agahiyan, kamerayên trafîkê yên ku rejîma Îranê ji bo şopandina xwenîşander û mixalîfan bi kar dianîn, beriya çend salan ji aliyê Mosadê ve hatine hackirin.

Du çavkaniyên cuda ji FTyê re ragihand ku dîmen hatine şîfrekirin û ji Tel Evîvê re hatine veguhastin.

Îstixbarata Îsraîlê kamerayek kiriye navend ku bi goşeyeke diyarkirî cihê parkkirina wesayîtên tîma parastinê ya Xamineyî didît.

Bi vî awayî profîla "şêwaza jiyanê" ya hemû tîmê hatiye derxistin.

Navnîşanên malan, saetên kar, rêyên çûyîna kar û ew kesên ku wî diparêzin bi alîkariya Hişê Çêkirî (AI) û algorîtmayên bipêşketî yek bi yek hatine tomarkirin.

“Em bi qasî Qudsê di Tehranê de şareza bûn”

Berpirsekî îstixbarata Îsraîlê ji rojnameyê re axivî û serdestiya xwe bi van gotinan anî zimên:

"Em bi qasî Qudsê di Tehranê de şareza bûn. Dema mirov cihan bi qasî kolana ku lê mezin bûye baş nas bike, mirov bi tiştê herî biçûk ê ku ne li cihê xwe be dihese."

Rayedar diyar kir ku daneyên Yekîneya 8200 û yên sîxurên Mosadê yên li qadê piştrast kiriye ku Xamineyî wê sibeha şemiyê li ofîsa xwe be.

Sabotaja telefonan: “Hêl mijûl e”

Yek ji hûrgiliyên teknîkî yên herî balkêş jî sabotaja pêwendiyan bû.

Îsraîl û Amerîkayê stasyonên bazê yên li derdora Kolana Pasteurê manîpule kirin.

Di dema êrişê de ji bo ku parêzvan ji derve hişyariyan wernegirin, dengê "hêl mijûl e" (busy signal) ji bo kesên ku hewl dida telefon bikin hat lêxistin.

Her wiha bi piştrastkirina dawî ya çavkaniyên CIAyê yên li qadê, dema teqez bû ku Xamineyî û 48 serkirdeyên payebilind di civînê de ne, balafirên şer ên Îsraîlê bi nêzîkî 30 cebilxaneyên hesas li hedefê xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst