Hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku hatine kuştin zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku di operasyonên li dijî Îranê de mirine derketiye 6an.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîm gihîştine termên du leşkeran ku berê agahî ji wan nehatibû wergirtin.

Termên du leşkeran hatin dîtin

CENTCOMê derbarê bilançoya tevgera leşkerî ya li herêmê agahiyên nû parve kirin.

Di daxuyaniya fermî de hat piştrastkirin ku hejmara leşkerên ku di şer de hatine kuştin gihiştiye 6an û hat gotin:

"Hêzên Amerîkayê li tesîseke ku di êrişên ewil ên bersivdayînê yên Îranê de hatibû lêdan, gihîştin termên du leşkeran ku berê agahî ji wan nehatibû wergirtin."

Li gorî vê yekê, hejmara fermî ya miriyan ku ji destpêka herekatê ve 4 bû, bi dîtina terman re derket 6an.

“Operasyonên şer didomin”

Fermandariyê daxuyand ku rewşa leşkerî ya li herêmê cidî ye û operasyon bê navber didomin.

CENTCOMê derbarê nasnameya leşkerên ku mirine hûrgilî parve nekirin.

Hat diyarkirin ku li gorî protokolên leşkerî, piştî ku malbatên wan bi awayê fermî hatin agahdarkirin bi 24 saetan dê nasname ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Bilanço

Piştî operasyona Îsraîl û Amerîkayê ya 28ê Sibatê ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek rayedarên payebilind kiribûn hedef, birêvebiriya Tehranê dest bi bersivdayînê kiribû.

Supaya Pasdaran a Îranê, li gel Îsraîlê xalên stratejîk ên li Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt û Behreynê bi mûşek û dronan kiribûn hedef ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Li gorî amarên dawî yên Heyva Sor a Îranê, di bombebaranên li seranserê welêt de heta niha 555 kes mirine û 747 kes jî birîndar bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku dibe operasyon heta bigihe armancên xwe "çend hefteyên din" biajo.

Li herêmê geştên asmanî yên sivîl bi temamî rawestiyane.