Îsraîl êrişî Libnanê dike

2 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Libnan Hizbulah Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kiriye.

Piştî vê daxuyaniyê, li Beyrûta paytext dengê teqînan hat bihîstin.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wan ji bo armanckirina Hizbulahê ev êriş pêk anîne.

Bersiva êrişên mûşekî

Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê, wekî bersiva êrişa mûşekî ya Hizbulahê navendên vê rêxistinê bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku Hizbulah li ser navê Îranê tevdigere.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê bersiveke xurt bidin êrişan.

Li aliyê din, Hizbulahê bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya êrişên bi mûşekan ên li ser Îsraîlê li xwe girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan başûrê Heyfayê bi mûşekan kiriye armanc.

Li gorî medyaya Îsraîlê, mûşekên ku Hizbulahê avêtine bi pergala parastina asmanî ya Îsraîlê hatine rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst