Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) îdia kir ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî dixwaze vegere ser maseya dan û standinên nukleer.
Piştî kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, Larîcanî wekî kesê herî bihêz ê Tehranê tê dîtin.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê ya ku xwe dispêre rayedarên Amerîkayî û Ereb, Elî Larîcanî peyama diyalogê ji Washingtonê re şandiye.
Hat diyarkirin ku ev peyam çend demjimêran piştî qutbûna dan û standinên nukleer a ji ber êrişên leşkerî hatiye şandin.
Daxwaza “dan û standinên bilez” bi rêya Umanê
Li gorî nûçeyê, Elî Larîcanî bi rêya navbeynkarên Umanî xwe gihandiye birêvebiriya Washingtonê.
Larîcanî daxwaz kiriye ku dan û standinên nukleer ji nû ve dest pê bikin.
Pêncşema borî li Cenevreyê dan û standinên nerasterast asê mabûn û pişt re operasyoneke mezin a asmanî hatibû kirin.
Ev pêngava Larîcanî ya piştî van rûdanan, wekî "lêgerîna li rêyeke derketina ji şer" hat nirxandin.
Larîcanî: Piştî Xamineyî kesê herî bihêz e
Elî Xamineyî roja şemiyê (28ê Sibata 2026an) di operasyonekê de hat kuştin.
Mirina wî li Îranê hevsengiyeke nû ya hêzê ava kir.
WSJyê diyar kir ku Larîcanî bi awayekî fermî di nav "Konseya Rêberiya Demkî" ya sêkesî de cih nagire.
Lê tevî vê yekê jî Larîcanî bûye "kesê herî bibandor" ê ku kar û barên leşkerî û ewlehiyê yên welêt bi rê ve dibe.
Hat diyarkirin ku Larîcanî niha hem operasyonên leşkerî yên li qadê koordîne dike hem jî stratejiya dîplomatîk a Tehranê diyar dike.
Çima dan û standin asê mabûn?
Beriya ku Amerîka û Îsraîl dest bi operasyona "Epic Fury" (Xezeba Dastanî) bikin, roja pêncşemê li Swîsreyê dan û standinên nukleer asê mabûn.
Aliyê Washingtonê parastibû ku dosyeya şiyana nukleer a ji 7 rûpelan pêk tê ya ku Îranê pêşkêş kiriye "xapandinek e."
Piştî vê yekê Amerîkayê vebijêrka leşkerî xistibû dewrê.
Helwesta Washingtonê tê meraqkirin
Rayedarekî payebilind ê ji Koşka Spî ku nexwest navê xwe eşkere bike, xwe ji ber nirxandineke rasterast a li ser vê pêşniyara Larîcanî da alî.
Wî rayedarî daxuyaniyên berê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi rengê "Ew amade ye bi serkirdayetiya nû ya Îranê re bicive" bi bîr anîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse