Îsraîlê hişyarî da, koçê dest pê kir

1 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Libnan Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew dê êrişî zêdetirî 50 gund û bajarokên li başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê bike.

Artêşa Îsraîlê ji şêniyên herêmê xwest ku malên xwe vala bikin.

Berdevka Artêşa Îsraîlê Ella Waweyayê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke vîdeoyî belav kir.

Ellayê diyar kir ku ew dê zêdetirî 50 cihên li başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê bikin armanc.

Wê bangî xelkê wan herêman kir ku bi lezgînî malên xwe vala bikin.

Ellayê ji welatiyan xwest ku herî kêm hezar metreyî ji wan deveran dûr bikevin û herin cihên vekirî.

Bi hezaran kes bûn koçber

Piştî van gefên Îsraîlê, xelkê deverê dest bi koçberiyê kir.

Bi hezaran kes ji başûrê Libnanê û Geliyê Bekayê ber bi bakurê welêt ve ketin rê.

Xelkê ku neçar ma malên xwe biterikîne, li ser rêyan qerebalixiyeke zêde çêkir.

Piştî êrişên li ser Îranê ev êrişa yekem bû

Artêşa Îsraîlê berê jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji Libnanê mûşekek hatiye avêtin.

Hat destnîşankirin ku piştî avêtina wê mûşekê, li bakurê Îsraîlê dengê zengilên hişyariyê hatibû bihîstin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wan Hizbulah kiriye armanc û li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kiriye.

Piştî vê daxuyaniyê li Beyrûta paytexta Libnanê dengê teqînan hatibû bihîstin.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê dest bi êrişên li hemberî Îranê kir, ev cara yekê bû ku ji Libnanê êrişî Îsraîlê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst