Trump: Ji bo serkirdayetiya nû ya Îranê 3 vebijêrkên min hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger pêwîst bike dê êrişên leşkerî yên welatê wî yên li ser Îranê "4-5 hefteyan" bidomin.

Trump eşkere kir ku ji bo desthilata nû ya li Tehranê 3 vebijêrkên wî hene û got, "Îran bi awayekî gelekî berbiçav qels bûye."

"Cebilxaneyeke me ya gelekî zêde heye"

Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya New York Timesê re diyar kir ku dê ji bo Amerîka û Îsraîlê ne zehmet be ku êrişên xwe berfireh bikin û got:

"Cebilxaneyeke me ya gelekî zêde li seranserê cîhanê û li welatên cuda heye."

Trump li ser paşeroja siyasî ya Îranê ya piştî kuştina Elî Xamineyî çend senaryo anîn zimên.

Yek ji wan senaryoyan teqlîdkirina modela Venezuelayê ye.

Di vê modelê de tenê serkirdeyên bilind tên dûrxistin û dezgehên din ên dewletê dimînin da ku bi Washingtonê re bixebitin.

Trump got, "Tiştê ku me li Venezuelayê kir senaryoyeke bêhempa û temam bû."

"3 vebijêrkên gelekî baş"

Serokê Amerîkayê da zanîn ku ji bo serkirdayetiya nû ya Îranê 3 "vebijêrkên gelekî baş" li ber destê wî hene.

Lê Trump ne amade bû ku naveroka wan eşkere bike û got, "Bila em pêşî karê xwe xelas bikin."

"Ew dê xwe radestî xelkê bikin"

Trump hêvî kir ku Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê çekên xwe radestî gel bikin û got, "Di rastiyê de ew dê xwe radestî xelkê bikin."

Wî her wiha amaje pê kir ku eger serkirdayetiyeke nû û pragmatîk were ser kar, ew amade ye cezayên li ser Îranê rake.

Trump eşkere kir ku êrişên Amerîka û Îsraîlê "beşeke mezin" a hêzên deryayî yên Îranê tune kiriye.

Li gorî agahiyên ku Trump dane, di nav wan de 9 keştî û baregeha sereke ya hêzên deryayî jî hene.

"Dibe ku hejmar zêde bibe"

Li hêla din, Serokê Amerîkayê qebûl kir ku ew pêşbîniya zêdebûna windahiyên canî di nav hêzên Amerîkayê de dikin û got:

"Em pêşbîniya qurbaniyan dikin, 3 leşkeran canê xwe ji dest daye û ev jî zêde ye lê li gorî pêşbîniyan dibe ku hejmar ji vê gelekî zêdetir bibe."