Elî Larîcanî: Em bi Amerîkayê re dan û standinê nakin

1 demjimêr berê
Nîşan Larîcanî Amerîka Diyalog
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî îdiayên ku dibêjin ew hewl dide dan û standinên bi Washingtonê re ji nû ve bide destpêkirin red kirin.

Larîcanî bi awayekî zelal ragihand ku ew dê bi Amerîkayê re dan û standinan nekin.

Daxuyaniya li ser tora Xê

Larîcanî li ser nûçeyên ku dibêjin Tehranê ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re dest bi hewldanên nû kiriye daxuyaniyek da.

Wî ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî Xê belav kir.

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) îdia kiribû ku Larîcanî hewl dide dan û standinên bi Washingtonê re ji nû ve dest pê bikin.

Elî Larîcanî ew nûçeya Wall Street Journalê (WSJ) parve kir û got, "Em dê bi Amerîkayê re dan û standinan nekin."

Berteka li hemberî Trump

Elî Larîcanî di parvekirineke xwe ya din de bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Îranê da.

Larîcanî amaje pê kir ku Trump bi xeyalên vala herêmê ber bi kaosê ve dibe û got:

"Niha ew ji windahiyên zêdetir ên leşkerên Amerîkayê dilgiran e.

Wî bi xeyalên xwe yên pûç, dirûşma ‘Pêşî Amerîka’ kir ‘Pêşî Îsraîl.’

Wî leşkerên Amerîkayê di oxira çavbirçîtiya desthilatê ya Îsraîlê de feda kirin."

Larîcanî her wiha Trump bi wê yekê tohmetbar kir ku ew "bi derewên nû berdêlan bi leşkerên Amerîkayê û malbatên wan dide dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst