Îranê di 2 rojan de bi 1311 mûşek û dronan êrişî welatên Ereban kir

1 demjimêr berê
Nîşan Îran Mûşek Dron Welatên Ereban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên welatên herêmê, Îranê di nava du rojan de bi 1311 mûşekên balîstîk, kruz û dronan êrişî çend welatên Ereban kiriye.

Her çend Tehran dibêje ku armanca wan baregehên Amerîkayê ne jî zerereke mezin gihiştiye balafirgeh, bender û deverên sivîlan.

Van êrişan roja şemiyê (28ê Sibatê) dest pê kir.

Êriş wekî bersiveke Tehranê ya li hemberî êrişa berfireh a Amerîka û Îsraîlê ne ku tê de gelek berpirsên bilind ên Îranê hatibûn kuştin.

Li gorî amaran, Îmarat herî zêde rastî êrişan hatiye û piştî wê jî Kuweyt û Behreyn tên.

Hûrgiliyên êrişên li ser welatan ev in:

Îmarat: 708 mûşek û dron

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku 167 mûşek (165 balîstîk û 2 kruz) û 541 dronên Îranê arasteyî xaka welatê wan hatine kirin.

Pergala parastinê ya Îmaratê karîbûye piraniya wan têk bişikîne.

Lê belê 35 dron li nav xaka wan ketine û zererên madî çêbûne.

Kuweyt: 380 mûşek û dron

Artêşa Kuweytê eşkere kir ku ji Îranê 97 mûşek û 283 dron arasteyî welatê wan hatine kirin.

Ji ber ku li asman hatine têkşikandin, paşmayên mûşekan li çend deverên cuda ketine.

Di encamê de zerereke madî gihîştiye hinek saziyan.

Behreyn: 95 mûşek û dron

Artêşa Behreynê ragihand ku pergala parastina asmanî rûbirûyî 61 mûşek û 34 dronan bûye.

Artêşê diyar kir ku wan ew bi serkeftî têk şikandine.

Qeter: 77 mûşek û dron

Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku 65 mûşekên balîstîk û 12 dron arasteyî welatê wan hatine kirin.

Ji ber tundiya êrişan, du mûşek gihîştine baregeha "Udeyd"ê û dronekê jî li radareke hişyariya pêşwext xistiye.

Di van êrişan de ti xisarên canî çênebûne.

Urdin û Uman

Artêşa Urdinê rûbirûyî 49 dron û mûşekên balîstîk bûye ku arasteyî xaka wan hatibûn kirin.

Li Umanê jî bendera bazirganiyê ya "Duqm"ê bi du dronan bûye armanca êrişê.

Erebistana Siûdî: Êrişeke berfireh

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî êrişên Îranê yên li ser herêma Riyadê û herêma rojhilat şermezar kirin.

Wezaretê hejmara hûr û kûr a mûşek û dronan eşkere nekir lê destnîşan kir ku hêzên wan rûbirûyî êrişan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî / Wêne: Arşîv

WSJ: Larîcanî dixwaze bi Amerîkayê re dan û standinan bike

Piştî kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, Larîcanî wekî kesê herî bihêz ê Tehranê tê dîtin