Libnan: Di êrişên Îsraîlê de 31 kes hatin kuştin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Beyrût Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, di encama êrişên Îsraîlê yên li welêt de herî kêm 31 kes hatine kuştin û 149 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da.

Wezaretê di daxuyaniyê de got, "Li gorî amarên destpêkê, êrişên dijmin ên Îsraîlî yên li başûrê Beyrûtê û başûrê Libnanê, bûne sedema şehîdbûna 31 welatiyan û birîndarbûna 149 kesên din."

Ev amar di demekê de ne ku fermandarekî bilind ê artêşa Îsraîlê ragihand, ew dê êrişên xwe yên li ser Libnanê dijwartir bikin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku Hizbulah a Libnanê berpirsyariya avêtina mûşekan a li ser Îsraîlê li xwe girt.

"Êriş dê bidomin"

Fermandarê Eniya Bakur a Artêşa Îsraîlê Rafî Mîlo di daxuyaniyekê de got:

"Ji bo Hizbulahê rejîma Îranê ji dewleta Libnanê girîngtir e û destpêşxeriya êrişa li ser welatiyên me yên sivîl kir. Loma ew dê berdêlên giran bidin."

Li gorî daxuyaniya leşkerî, fermandarê Îsraîlî tekez kiriye ku "Êriş dê bidomin û dê dijwariya wan zêde bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst