Amerîka û Îsraîl agir dibarînin û Îran bersivê dide

2 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Amerîka Îsraîl Êriş Îran Bersiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Îsraîl êrişên xwe yên li ser Îranê didomînin û Îran jî bersivê dide êrişan.

Îro berê sibehê li Tehran û gelek parêzgehên din ên Îranê gelek cih hatin bombebarankirin.

Îranê jî ragihand ku wan wekî bersivê pêleke nû ya êrişên mûşekî biriye ser Îsraîlê.

Li Tehran û gelek bajaran teqînên bihêz

Berê sibeha îro li Tehran, bajarên Ehwaz, Dezfûl û bendera Mahşehrê ya parêzgeha Xuzistanê teqîn çêbûn.

Her wiha Girava Kîşê ya li Hurmizganê û bajarê Şîrazê bûn armanca balafirên Îsraîlê.

Li Tehranê derdora Balafirgeha Mehrabadê û taxên wekî Ekbatan, Tehranser, Cenetabad û Fîrdewsê bûn hedef.

Roja çarşemê (doh) jî li nêzîkî Tehranê bajarên Qudis û Melardê hatin bombebarankirin.

Şêwirmendê Xamineyî birîndar bû

Yek ji wan cihên ku li Tehranê bûn hedef mala Kemal Xerazî bû.

Xerazî şêwirmendê Rêberê Îranê û Sekreterê Komîteya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ye.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Xerazî di êrişê de bi giranî birîndar bûye û hevjîna wî hatiye kuştin.

Kemal Xerazî di navbera salên 1997-2005an de 8 salan Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû.

Kirmaşan û Şîraz bûn armanc

Roja çarşemê li nav bajarê Şîrazê baregehên Supaya Pasdaran û Besîcan bûn armanc.

Her wiha li Kirmaşanê jî di encama êrişan de herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Baregeheke Supaya Pasdaran a li nêzîkî Koleja Bijîşkiyê ya Diranan jî bû hedef.

Parêzgarê Kirmaşanê Menûçêhr Hebîbî ji medyayê re ragihand ku li nav bajarê Kirmaşanê sê pir hatine bombebarankirin.

Îsfehan, Yezd û Kendav

Li parêzgeha Isfehanê zêdetirî li navendên pîşesaziya leşkerî û baregehên mûşekan hat xistin.

Her wiha Balafirgeha Kaşanê hat bombebarankirin.

Li parêzgeha Hurmizganê jî nêzîkî girava Qîşmê du bender bûn armanc.

Alîkarê Parêzgarê Hurmizganê Ehmed Nefîsî diyar kir ku di êrişa li ser Girava Hêngamê de 7 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di nav du rojan de zêdetirî 400 caran êrişî binesaziya Îranê kiriye.

Wan da zanîn ku derbên giran li pîşesaziya leşkerî û navendên hilberîna mûşek û çekan ketine.

Zererên li Rojhilatê Kurdistanê

Hikûmeta Îranê û saziyên ewlehiyê amarên zererên leşkerî ranagihînin lê gelek caran behsa wan xisaran dikin ku digihin sivîlan.

Wezareta Rê û Bajarsaziyê ya Îranê ragihand ku heta 30ê Adarê ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê hezar û 69 xanî û avahî bi temamî rûxiyane.

Zirarên herî zêde li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne:

  • Li Îlamê 187 avahî rûxiyane
  • Li Sineyê 125 avahî rûxiyane
  • Li Loristanê 121 avahî rûxiyane
  • Li Urmiyeyê 84 avahî rûxiyane
  • Li Kirmaşanê 81 avahî rûxiyane

Her wiha li Kirmaşanê zerer gihiştiye 13 hezar û 267 avahiyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî daxuyand ku ji destpêka şer ve 600 dibistan û zanîngeh hatine armancgirtin.

Bersivdayîna Îranê

Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku wan îro careke din Îsraîl û hinek welatên herêmê mûşekbaran kirine.

Artêşê di daxuyaniya xwe de got ku wan bi dronên "Arş 2" li Balafirgeha Ben Gurionê balafirên AWACS û yên sotemeniyê yên Amerîkayê kirine armanc.

Artêşê her wiha ragihand ku wan li Îmaratê li radar û navendên şerê elektronîk xistiye.

Rûhanî: Divê hûn gelekî hişyar bin

Donald Trump di hefteyên dawî de ragihand ku ew di nav dan û standinan de ne lê Tehran vê yekê red dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Beqayî got ku pêwendî tenê bi rêya navbeynkaran e û daxwazên Washingtonê "ji sînor derketî ne û ne meqûl in."

Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî hişyarî da û got: "Divê hûn gelekî hişyar bin, dibe ku Amerîka dîsa planeke din bike."

Rûhanî bi bîr anî ku di dema wî de jî dema Amerîkayê sozên erênî didan, di heman demê de plana êrişê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst