Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê.
Îbrahîm Zulfîqarî îro di peyameke gefxwarinê de axivî û got ku agahiyên Amerîka û Îsraîlê yên li ser şiyana leşkerî ya Tehranê "kêm" in.
Wî her wiha got ku ew cihên di êrişan de bûne hedef li beramberî baregehên stratejîk ên Îranê "bê qîmet" in û berdewam kir:
"Wekî ku me berê jî gotiye, em ji dijminên Amerîkayî û Siyonîst re radigihînin ku agahiyên we yên li ser şiyan, desthilata leşkerî û amûrên me yên şer kêm in.
Hûn li ser şiyanên me yên stratejîk ên berfireh bi tiştekî nizanin."
"Têkbirina mûşekên me tenê xeyal e"
Zulfîqarî amaje bi wê yekê kir ku ew wêneyê ku li cem Amerîka û Îsraîlê çêbûye tenê "xeyal" e.
Wî got Amerîka û Îsraîlê bawer kiriye ku navendên hilberîna mûşekên stratejîk, dronên êrişê, pergalên parastina asmanî û şerê elektronîk têk birine lê ev ne rast e.
“Serkeftina Trump” û bersiva Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di axaftina de serkeftina welatê xwe ya li hemberî Îranê ragihandibû.
Trump gotibû ku tenê mehek di ser operasyona "Xezeba Destanî" re derbas bûye û niha hêzên çekdar û asmanî yên Îranê nemane.
Trump diyar kiribû ku Supaya Pasdaran bi temamî hatiye rûxandin û sîstemên wan ên mûşekan xeraxopan bûne.
"Baregehên me li..."
Berdevkê Xatemul Enbiyayê got ku ew navendên ku bûne hedef gelekî kêm û bê qîmet bûn û biland:
"Hilberîna me ya stratejîk a leşkerî li cihekî wiha ye ku hûn bi ti awayî nizanin û hûn dê ti carî negihin wan.
Xwe bi hejmartina mûşek û dronên me re mewestînin çimkî bê guman hûn dê bikevin xeletiyê û hûn dê negihin ti encaman.
Divê hûn baca wê destdirêjiyê bidin ku we dest pê kiriye. Bi piştgiriya Xwedê, ev şer dê heta şaşbûn, poşmaniya timî û teslîmbûna we berdewam bike.
Li benda gurzên me yên kujertir, berfirehtir û wêranker bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse