Îranê di 33 rojan de 5700 caran êrişî welatên Ereban kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji 28ê Sibatê ve herî kêm 5 hezar û 735 êrişên bi mûşek û dronan birine ser baregehên Amerîkayê û xalên krîtîk ên li 7 welatên Ereban.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayînên Tehranê didomin û Îran li welatên Kendavê gelek xalên krîtîk dike hedef.
Îmarat yekem e
Li gorî amaran, welatê ku ji van êrişan herî zêde bandor dîtiye Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ye.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ji destpêka êrişan ve, pergalên wan ên parastinê midaxeleyî 438 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên kruz û 2 hezar û 12 dronan kiriye.
Ev statîstîk nîşan didin ku nêzîkî ji sedî 15ê êrişên Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine birin û yên din baregehên Amerîkayê û welatên herêmê kirine armanc.
Amarên li welatên din ên Kendavê
Kuweyt: Li gorî daxuyaniyên Navenda Agahdarkirinê ya Hikûmeta Kuweytê û artêşê, ji destpêka êrişan ve 312 mûşekên balîstîk, 5 mûşekên kruz û 651 dron hatine astengkirin.
Behreyn: Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê ya Behreynê eşkere kir ku ji wê dîrokê ve 186 mûşek û 419 dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatine têkbirin.
Qeter: Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku bi 209 mûşekên balîstîk û 96 dronan êrişî welatê wan hatiye kirin.
Urdin: Li gorî artêşa Urdinê, di şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de bi 275 bi mûşek û dronan êrişî xaka wan hatiye kirin.
Erebistana Siûdî: Wezareta Parastinê ragihand ku li ser axa wan herî kêm 65 mûşek û hezar û 29 dron hatine armancgirtin.
Uman: Umanê jî daxuyand ku axa wan bi 19 dronan hatiye armancgirtin.
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh a li ser Îranê kir.
Îranê jî wekî bersiv êrişî Îsraîlê û wan welatên herêmê kir ku baregehên Amerîkayê li wan hene.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Olî yê berê yê Îranê Elî Xamineyî jî di nav de gelek berpirsên bilind hatin kuştin.