Li Tengava Hurmizê 14 keştiyên Tirkiyeyê asê mane
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyeyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku li Tengava Hurmizê ya ku di bin kontrola Îranê de ye, hîn 14 keştiyên ku “xwediyên wan Tirk in” mane.
Abdulkadir Uraloglu berî civîna Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Uraloglu li ser rewşa wan keştiyan got, "Hîn derfeta derxistina wan çênebûye.
Em bi karmend û kaptanan re her tim di pêwendiyê de ne. Pirsgirêkeke wan a mirovî nîne, em ji nêzîk ve dişopînin."
“Daxwaza 3 keştiyan a derketinê nîne”
Uraloglu li ser rewşa keştiyên li Tengava Hurmizê diyar kir ku alozî didome û bi hevahengiya Wezareta Karên Derve ji bo derxistina keştiyên ku li wir mane dixebitin.
Wî bi bîr xist, “Hîn 14 keştiyên ku xwediyên wan Tirk in” li wir in û wiha li pey çû:
"Em bi hemû personelan re di pêwendiyê de ne. Daxwaza 3 keştiyan a derketinê nîne.
Ew ji bo hinek operasyonên diyarkirî li wir in. Keştiyên me yên hilberîna enerjiyê û hwd. hene. Ji bo derxistina yên din dan û standin didomin."
"Bi giştî pirsgirêk nîne"
Hinek angaşt hebûn ku tankera bi navê "Altura" nêzîkî 14 mîlan dûrî Tengava Stenbolê ji aliyê Amûreke Deryayî ya Bêmirov ve hatiye armancgirtin.
Ji Uraloglu hat pirsîn “Di ewlehiya çûn û hatina li Deryaya Reş de pirsgirêk heye yan na?” û wî got:
"Keştiya ku teqîn lê çêbûye... Gelo teqîn e yan lêdan e? Pisporên me dişopînin.
Midaxaleyeke ji derve heye, em bi vê dizanin. Ev kiryarek e ku li derveyî avên me yên niştimanî çêbûye.
Li ser çûn û hatinê jî bi giştî pirsgirêkek nîne."