Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Bloombergê û saziyên veguhastina deryayî, şirketên Çîm, Îmarat û Yûnanistanê ji ber girtina Tengava Hurmizê herî zêde ziyan dîtine.
Piştî destpêkirina şer niha nêzîkî 670 keştiyên barhilgir li rojavayê Tengava Hurmizê asê mane û li benda derbasbûnê ne.
Lîsteya welatên ku keştiyên wan asê mane wisa ne:
Îmarat: 120 keştiyên barhilgir (ji sedî 18ê keştiyên asêmayî).
Yûnanistan: Herî kêm 75 keştiyên ku 30 jê tankerên petrol û gazê ne.
Çîn: 74 keştiyên ku 25 jê yên petrolê û yên din jî konteynir in.
Japon û Hong Kong: Japon 39 û Hong Kong jî 25 keştiyên wan li herêmê asê mane.
Hindistan: 24 keştiyên petrol û gazê.
Welatên din ên Asyayê: Singapûr 29, Koreya Başûr 22 û Vietnam 3 keştiyên mezin ên gazê.
Keştiyên Mezin ên Petrolê
Nêzîkî 50 keştiyên mezin ên petrola xav û 11 tankerên qerase yên gazê li herêmê asê mane.
Di nav van keştiyên zêbeleh de pişka şêr a van welatan e:
Koreya Başûr bi 7 keştiyan, Çîn û Japonya her yek bi 6 keştiyan û Yûnanistan jî bi 5 keştiyan di vê lîsteyê de cîh digirin.
Keştiyên ku hatine armanckirin
Ji ber bilindbûna lêçûna sîgortayê û metirsiya li ser jiyana xebatkaran, bi sedan keştî li benda bidawîhatina şer in.
Li gorî amarên saziya UKMTOyê, ji destpêka şer ve êrişî 24 keştiyan hatiye kirin.
Nîvê wan keştiyên ku li herêmê rûbirûyî êrişan yan jî çalakiyên gumanbar bûne, peywendiya wan bi Amerîka yan welatên Ewropayê re hebûye.
Tehranê pergaleke "pişkinînê" daniye û tenê rê dide keştiyên welatên dost derbas bibin. Hat û çûna keştiyên Amerîka û hevalbendên wê bi temamî hatiye qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse