Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê rê li ber derbasbûna 45 keştiyên bazirganî girtiye û ew neçar kirine ku vegerin benderan.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi rêya hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê ji bo bicihanîna dorpêça deryayî ya li ser Tehranê çavdêriya avên navneteweyî didome.
Li gorî amarên ku CENTCOMê parve kirine, heta niha ferman li 45 keştiyên bazirganî hatiye kirin ku vegerin benderan.
Ev ferman heta ku were piştrastkirin ku ew keştî pêbendî dorpêçê ne dê bidome.
CENTCOMê li gel daxuyaniyê vîdeoyek jî parve kir.
Di vîdeoyê de kêliyên rabûna helîkopterên ji balafirhilgirên Amerîkayê têne dîtin ku ji bo hişyarkirina keştiyên dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin firiyane.
"Ji êrişên mûşekî bibandortir e"
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê 13ê Nîsanê dest pê kiribû.
Washingtonê ragihand ku dê ev dorpêç heta ku bi Îranê re peymanek were îmzekirin bidome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser dorpêça deryayî nirxandineke kurt kir û got, “Ji êrişên mûşekî bibandortir e.”
Li hêla din, Tengava Hurmizê wekî rêya sereke ya veguhastina enerjiyê tê naskirin.
Nêzîkî ji sedî 20ê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re tê veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse