Tirkiye bo avakirina “herêma tampon” bi israr e

 

Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta AK Partiyê bi awayekî xurt derbarê mudaxelekirina artêşa wî welatî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê  û avakirina “herêma tampon” li ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê de nîqaş dike.

 

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davutoglu bi awayeke ciddî li ser vê mijarê disekinin û ji bo planeke wiha amadekariyan dikin.

 

Herî dawî di civîna Saziya Ewlekariya Milî ya Tirkiyeyê (MGK) de ew mijar bi awayeke berfireh hate rojevê û MGKê di encamnameya civînê de îdîa kir ku li Rojavayê Kurdistanê guhertina demografîk ango hejmarî tê kirin û biryara encamdana operasyoneke dersînorî û avakirina herêmek tampon da.

 

Partiyên Dijbereyê û hêzên ku li dijî destwerdana artêşa Tirkiyeyê li Sûriyê ne, dijatiya siyaseta hikûmetê li hember Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin û naxwazin artêşa wî welatî têkeve nav agirê şerê Sûriyê.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li dijî operasyona artêşa Tirkiyeyê û her cure destwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê ye û tekez kiriye, ku destwerdana Tirkiyeyê rewşa li herêmê xirabtir dike û arîşeyê mezintir bike û renge bibe sedema şerê di navbera he rdu welatan de.

 

Partiya Tevgera Netewperest (MHP) pişîriya operasyona leşkerî di nav axa Sûriyê dike. MHPê berî jî ragihandibû, ku PYD û PKK li navçeyên kurdî yên li Sûriyê mijûlî avakirina dewleteke kurdî ye, tişta ku rayedarên PYDê çend caran red kirine.

 

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî li dijî destwerdana artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê ye û bi tundî rexne li siyasetên hikûmeta AK Partiyê li hember Sûriyê digire.

 

Ji aliyekê din raya giştî ya Tirkiyeyê jî van nîqaşên derbarê destwerdana Tirkiyeyê li bakurê Sûriyê û encamên siyasetek wiha de, ji nêzîk ve dişopîne.