Her ku ava Dîcle û Feratê kêm dibe avzê ziwa dibin, ajel û mirov koç dikin
Bexda (Rûdaw) - Her ku ava Dîclê û Feratê kêm dibe avzêyên li ser van çêman rûbirûyî metirsiya ziwabûnê dibin.
Li Iraqê, li cihê ku Dîcle û Ferat dighine hev gelek avzêyên navdar hene lê her ku ava Dîclê û Feratê kêm dibe ev avzê rûbirûyî metirsiya ziwabûnê dibin.
Bi kêmbûna avê re gelek zindiyên ku li van avzêyan dijîn jî rûbirûyî xetera nemanê dibin.
Erebên ku li vê herêma avzêyan dijîn bi şiklê “Erebên Avzêyan” têne binavkirin û xwediyên çandeke taybet û xweser in.
Bi taybetî avzeyên ku bi navê Avzêyên Nasiriyeyê têne naskirin, ji ber kêmbûna ava çemên Dîcle û Feratê roj bi roj ziwa dibin.
Şêniyên van avzêyan ên ku bere li ser van zeviyên bi xêr û bêr cotkarî û ajeldarî dikir niha neçar in ku koçî bajaran bikin.
Fazil Xizeyîr Hemdaniyê 80 salî got ku wî ji zaroktiya xwe ve karê ajeldariyê dikir û berê bi hezaran gameşên wî hebûn.
“Eger rih di lingên te de nemîne tu dikarî rabî?”
Hemdanî, anî zimên ku niha tenê 50 gamêşên wî mane û got:
“Eger rih di lingên te de nemîne tu dikarî rabî? Na, tu nikarî. Eger zikê te birçî be tu dikarî bimeşî? Na, tu nikarî. Gamêşên min neman, dawiya wan hat.
Êm û ava wan nemaye. Yên xwedîpere êm û avê dikirin lê yên feqîr nikarin vê jî bikin.”
“Dorpêç heye li ser welêt”
Hemdan Ebu Hesen jî got, “Av ne tenê ji bo bo gamêşan e ji bo çandinî, balinde û masiyan e jî” û pê de çû:
“Heke wisa berdewam bike dê welat xisareke mezin bibîne û tiştek namîne. Anku dorpêç heye li ser welêt û divê em her tiştî ji derve hawirde bikin.”
Li aliyê din, li gorî Wezareta Koçê ya Iraqê îsal 7 hezar cotkaran ji herêma avzêyan bar kiriye û hejmara yên ku tenê Avzêyên Nasiriyeyê bar kiriye 3 hezar e.
Berdevkê Wezareta Koçê ya Iraqê Elî Ebas Cîhangîr, ragihand ku wezareta wan ji bo ku rêyê li ber vê koçê bigire planek amade kiriye.
Elî Ebas Cîhangîr herwiha amaje pê kir ku ji ber kêmbûna avê avzêyên li bakurê Basrayê û herwiha yên li Mîsan, Nasiriye û Diwaniyeyê xisareke mezin dîtiye.
Tirkiye û Îran avê qut dikin
Sedema herî mezin a ziwabûna van avzêyan ew e ku Tirkiye û Îran avên ku diçine nav axa Iraqê qut dikin.
Bi taybetî jî ku ava çemên Dîcle û Feratê tê kêmkirin an jî qutkirin hemû mirov û ajelên li derdoran van çeman tûşî rewşeke zehmet dibin.
Avzêyên navdar ên Iraqê jî hinek ji wan herêman in ku ji qutkirina avê ya ji aliyê Tirkiye û Îranê ve bandoreke gelekî berbiçav li wan kiriye û dike.