Bexdadî û serkirdeyên DAIŞê li ku derê ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DAIŞê ku li Iraq û Sûriyê ew axa ku dagir kiribû ji dest daye, heta niha cihê serkirdeyên wê rêxistinê nayê zanîn. Lêbelê li gor çavkaniyên îstîxbarî û emnî, Serokê DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî, li devera çol  a di navbera Sûriye û Iraqê de xwe vedişêre û tim cihê xwe diguhere.

Qonaxa çarem a operasyona hêzên Iraqî ya bi navê, ‘Daxwaza Serkeftinê’ ku li çolên başûrê wî welatî ji bo paqijkirina dawîn bermayên DAIŞê birêve diçe, heftiya bê dê dest pê bike. Li wê devera ku operasyon lê birêve diçe, tê pêşbînîkirin ku Bexdadî û serkirdeyên din ên DAIŞê xwe li wan deveran veşartibin.

Çavkaniyekî emnî yê ji Dêrezorê, ji El Monitorê re ragihandiye ku Bexdadî û piraniya serkirdeyên din ên DAIŞê li Sûriyê ne. Li heman deverê çavkaniyekî din jî îddîa dike ku berpirsekî wê rêxistinê yê Iraqî yê bi navê Cabbar Iraqî, cihê ku Bexdadî xwe lê vedişêre, dizane.

Li gor wê îddîayê ew kes ji eşîra Şemer a Ereb e û bi desthilata xwe ya di nav rêxistinê de, hatinûçûna berpirsên wê rêxistinê di navbera Iraq û Sûriyê de pêk tîne û xizmet û alîkariya wan dike.

Eşîra Şemer yek ji mezintirîn eşîrên wê herêmê ye. Eşîra Şemer ku herêma wan a resen, Çiyayê Şemer ê li Erebistana Siûdî ye, niha piranî li rojhilatê Sûriyê û rojavayê Iraqê dijîn.

Piraniya serkirdeyên rêxsitinê ji Iraqê ne

Nakokî û rageşiyên di navbera pêkhate û eşîrên li Iraqê yên di heyama 15 salên dawîn de, yek ji hêmaneke sereke bû bo rêxistinên weke DAIŞ û El Qaîdê ku bo xwe endaman peyda bikin û xwe birêxistin bikin.

Li gor lêkolînên, ‘Navenda Rewangeha derbarê Terorîzmê (Perispective on Terrorism)’ piraniya serkirdeyên DAIŞê yên niha ji Iraqê ne. Li gor raporta wê navendê ku di meha Hezîranê de hatiye amadekirin, ji 26 serkirdeyên DAIŞê yên niha 21 ji Iraqê, 3 ji Sûriyê û her sêyên din jî ji Erebistan û Ewropayê ne.

Li gor heman raportê, di nav 88 serkirdeyên wê rêxistinê de 60 ji Iraqê ne. Eşîrên wan serkirdeyên DAIŞê yên Iraqî jî balê dikişîne.

Eşîra Cenabî ya ku li başûrê Bexdayê û Tikrîtê belav bûye û eşîra Cibûr a ku di nav sînorên wîleyata Neynowayê de dijî, ji wan eşîran in ku zêdetirîn peywendiyên wan li gel DAIŞê hene. Ji Cenabiyan 5 û ji Cibûriyan jî 5 kes, niha serkirdeyên DAIŞê ne.

Ji serkirdeyên pilebilind ên DAIŞê 4 ji eşîra Ebû Îsa ne ku navenda wê eşîrê Felûce ye. Ji eşîra Ebû Merî ku li Rûmadiyê dimîne, eşîra Mûşahede ku li bakûrê Bexdayê belav bûye, eşîra Zewbe ya li Felûceyê û eşîrên Kerbela û Muhammede ku ew jî li Qeîmê belav bûne, her yek ji van eşîran 2 kes di nav DAIŞê de serkirde ne. Serkirdeyên DAIŞê yên din jî ji 20 eşîrên din ên li Iraqê ne. Herwiha 27 serkirdeyên DAIŞê yên din jî ji Iraqê ne, lêbelê heta niha eşîrên wan nehatine diyarkirin.

Ew jêderê emnî yê ku ji El Monîtorê re axiviye, dibêje, Cabbar Iraqî, kesê herî nêzikî Ebûbekir Bexdadî ye û diyar dike ku Bexdadî di heyama operasyona bo ser Baxozê ya di Adara 2019an de derbasî Iraqê bûye.

Bexdadî li Baxozê birîndar bû

Jêderên emnî yên Iraqî aşkere dikin ku Bexdadî, bo heyamekê xwe li çola Rûmane a li wilayeta Enbarê, veşartiye.

Herwiha tê diyarkirin ku Ebûbekir Bexdadî di operasyonên li Baxozê de, birîndar bûye û ji ber hindê hatinûçûna wî ya di navbera Iraq û Sûriyê de, bo wî gelek hêsan nebûye.

Lêbelê di peyameke vîdyoyî de ku tê texmînkirin dawiya meha Nîsanê li Sûriyê hatiye girtin, serokê DAIŞê destpêkirina qonaxeke din a çalakiyan bo wê rêxistinê ragihandibû.

Hejmareke zêde ya serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin

Heta niha zanyeriyên derbarê bê ka kîjan serkirdeyê DAIŞê hatiye kuştin, an kîjan rizgar bûye, ne zelal in. Ji fermandarên Şaneyên Sîxûriyê yên Iraqê, Ebû alî el-Basrî, ji heman malperê re ragihandiye ku piraniya serkirdeyên DAIŞê li Iraqê ne û yên din jî li Sûriyê ne.

Şarezayê karûbarên terorê, Fazil Ebû Rahîf, dibêje, “Ti gumanek tê de nîne ku Bexdadî li Sûriyê ye. Ji ber ku Iraq niha ne guncaw ku ew rêxistin tê de organîze bibe.”

Li gor Ebû Rahîf, ew rêxistin, niha ji alîgirên xwe yên li Idlib, Tedmûr û Kampa El Hol a li Rojavayê Kurdistanê, piştevaniyê werdigire.

Rêveberî û pilebendiya DAIŞê tevlîhev e

Şarezayê emnî û karûbarên terorê Hîşam el Haşîmî, ji El Monîtorê re diyar kiriye, “Niha ti kes nizane ka rêveberî û pilbendiya DAIŞê çawa ye. DAIŞê sala 2018an şêwazê xebata guhert. Niha serkirdeyên wê ji berê nihênîtir kar dikin.”

Hîşam el Haşîmî ku di amadekarina raporta Navenda Rewangeha derbarê Terorîzmê de karekî zêde kiriye, bal dikişîne ser wê ku Amerîkayê xelat daniye ser serkirdeyên DAIŞê û du ji van jî ji eşîra Cibûrî ne ku karûbarên darayî yên rêxistinê birêve dibin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, heftiya derbasbûyî, aşkere kiribû ku ew kesên zanyariyan derbarê dîtina bo ji serkirdeyên DAIŞê Nûman Abd el Cibûrî, Samî Casim Muhammed Cibûrî û Emir Mihemed Saîd Abdurrahman el Mevlayî bidin, dê bi 5 milyon dolaran bên xelatkirin.

Serokê Grûpa Lêkolînên Stratejîk a Iraqê, Wasîk el Haşîmî, ji Dengê Amerîkayê (VOA) ragihandiye, “Piştî ku DAIŞê li Iraqê û Sûriyê ew axa di destê xwe de winda kir, Bexdadî herî zêde baweriya xwe bi wan kesan tîne ku dibin alîkar ew rêxistin xwe li wê herêmê veşêre. Ji ber ku piştî kuştina serkirdeyên pilebilind ên DAIŞê, ew kes veguhastin û koordînasyona di nav rêxistinê de jî pêk tînin.”

Şarezayên amerîkî û yên li herêmê, dibêjin, Emîr Muhammed Saîd Abdûrrahman el Mevlayî, dê şûna Ebûbekîr el Bexdadî bigire û bibe serokê wê rêxistinê.

El Mevlayî ku weke Hacî Abdullah jî tê naskirin, weke îdeologê DAIŞê tê zanîn û tê diyarkirin ku li pişt êrişên tund ên wê rêxistinê ew kes heye.