Rêberê Talîbana Pakistanê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Talîban a Pakistanê ragihand ku rêberê wê Hekîmulah Mehsûd di êrşa balafira bê balafirvana Amerîka li bakurê wîlayeta Wezîristan li Pakistanê de hat kuştin.
Li gor nûçeya Skynews ya erebî, fermandarekî mezin ê Talîbana Pakistanê û çavkaniyên îstixbarata Pakistanê diyar kirin ku cenazeyê Hekîmulah Mehsûd wê îro saat 3yê êvarî li bajarê Mîranşah li Wezîristanê bê veşartin.
2 berpirsên îstixbarata Pakistanê gotin ku di êrîşeke balafira bê balafirvana Amerîka li bakurê Wezîristanê de 3 kes hatin kuştin, yek ji wan Hekîmulah Mehsûd bû.
Her du berpirsên pakistanî diyar kirin ku, duh balafirên Amerîkî 2 rokêt avêtine malekê li gundê Dandî Dêrba Xêl li nêzîk bajarê Mîranşah ku wek navenda Tora Heqanî ya çekdarî tê naskirin.
Hekîmulah Mehsûd ku navê wî yê rast Zû el-Feqar Mehsûd e, li navçeya Kotkay li başûrê Wezîristanê hatiye dinê û dostê rêberê berê yê Talîbana Pakistanê Beytulah Mehsûd bû.
Hekîmulah dema tevlî Talîban bû, wek zêrevanê taybet û alîkarê Beytulah kar dikir. Di sala 2007an de û piştî çend êrîşên li dijî hêzên Paskistanê, bi taybet revandina 300 leşkerên pakistanî, navê Hekîmulah diyar bû.