Îsraîl: Kampê vala bikin em dê bombebaran bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku dê êrîşên xwe zêde bike û bang li niştecihên Kampa Penaberan a Eş-Şatiyê ya li rojavayê bajarê Xezeyê kir ku "demildest herêmê vala bikin."

Balafirên Îsraîlê ji bo bangewaziya valakirina  Kampa Şatiyê broşur avêtin kampa penaberan.

Di broşuran de Artêşa Îsraîlê ji niştecihên Kampa Şatiyê dixwaze ku demildet ji bakurê Xezeyê biçin herêmên li başûrê El-Mewasiya li rojavayê bajarê Xan Yûnisê.

Artêşa Îsraîlê ji niştecihên herêmê xwest ku bi Kolana Er-Reşîdê re biçin herêmên başûr.

Herwiha di broşuran de hat ragihandin ku dê artêşa Îsraîlê êrîşên xwe zêde bike.

Artêşa Îsraîl got, “Wext temam bû. Di saetên pêş me de hêzên me dê terorîstên Hemasê gelekî bombebaran bike.

Em soz nadin ku dê peyameke hişyariyê ya din bê dayîn. Demildest herêmê texliye bikin."

Artêşa Îsraîlê berî niha ji Filistîniyên li Xezeyê xwestibû ku bajarê Xezeyê û herêmên bakur texliye bikin.