Li Xezeyê kampa penaberan hat bombebarankirin: 15 kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Penaberan a Bureycê ya li Xezeyê hat bombebarankirin û di encamê de 15 kes hatin kuştin.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Filistînê ya Xezeyê Mehmûd Basal derbarê êrişê de agahî dan.
Mehmûd Basal got ku Îsraîlê cih û warekî li Kampa Bureycê bombebaran kir û ekîbên parastina sivîlan gihaştin 15 cenazeyan.
Basal herwiha da zanîn ku bi dehan kes birîndar bûne.
Di heman demê de Basal ragihand ku di bin kavilên malan da gelek kes hene, ekîb ji bo ku wan rizgar bikin xebatên xwe didomînin.
Bi gotina Basal balafirên şer ên Îsraîlê malên li Kampa Bureycê bombebaran kirin.
Xelkê herêmê jî dibêje ku zerer gelekî mezin e.