Îsraîlê li başûrê Libnanê bi dronê êrişî otomobîlekê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li parêzgeha Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê bi dronekê êrişî otomobîlekê kiriye.

Li gorî ajansa fermî ya Libnanê (NNA), li bajarokê Kefermanê yê Nebatiyeyê otomobîlek bi drona Îsraîlê hatiye armanckirin.

Hat ragihandin ku di vê êrişê de 4 kes mirine û 3 kes birîndar bûne. 

Li hêla din, di êrişên ku artêşa Îsraîlê nîvro bi dronê li bajarokê Kefr Sîrê yê Nebatiyeyê pêk anîbû de kesek birîndar bûbû.

Îsraîlê piştî êrişa Hemasê, Çiriya Pêşîn a 2023yan dest bi êrişên li ser Libnanê kiribû û ev êriş Îlona 2024an vegeriyabûn şerekî berfireh.

Îsraîl û Libnanê 27ê Çiriya Paşîn a 2024an peymana agirbestê îmze kiribû.