Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo rêkeftina bi Sûriyeyê re şertekî nû danî.
Netanyahu xwest ku ji Şama paytext heta herêma tampon a li başûr her der bêçek be.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, Netanyahu çû serdana leşkerên ku 28ê Çiriya Paşîn di şerê li bajarokê Beyt Cînê yê li başûrê Sûriyeyê de birîndar bibûn.
Netanyahu li nexweşxaneyê axivî û got, "Bi niyeta baş û têgihîştinê pêkan e ku ez bi Sûriyeyiyan re bigihîjim rêkeftinekê" lê destnîşan kir ku ew di parastina "prensîbên xwe de jî bi biryar in."
Şertê bêçekbûnê û Çiyayê Hermonê
Netanyahu ji bo rêkeftina bi Sûriyeyê re şertê bêçekkirina herêmên ji Şamê heta herêma tampon a li başûr danî ku hawîrdor û lûtkeya Çiyayê Hermonê yê di bin kontrola Îsraîlê de jî di nav de ye.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha got ku artêşa Îsraîlê dê li wan herêmên Sûriyeyê bimîne ku piştî rûxîna rejîma Esed kontrol kirine.
Banga Trump
Balkêş e ku ev daxuyaniya Netanyahu piştî banga Serokê Amerîkayê Donald Trump hat.
Trump bangî Îsraîlê kiribû ku "Bi Sûriyeyê re diyalogeke xurt û rasteqîn bimeşîne."
Her çiqas bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo îmzekirina peymaneke nû ya ewlehiyê ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de dan û standin hatibin kirin jî heta niha encamek nehatiye bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse