Ehmed Şer sibe diçe Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) dê sibe here Tirkiyeyê.

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ev agahî li ser hesabê xwe yê Xê da û got:

"Serokkomarê Serdema Veguhêz ê Komara Erebî ya Sûriyeyê Ehmed Şer dê li ser vexwendina Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan 4ê Sibatê roja sêşemê dê were Enqereyê."

Altun li ser cih û naveroka hevdîtinên Ehmer Şer ev agahî dan:

"Di hevdîtinên ku dê li Qesra Serokomariyê pêk werin de dê bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê ji hemû aliyan ve werin nirxandin û dê gavên hevbeş ên ku her du welat dê ji bo avakirina aramî û ewlehiya domdar û başbûna aboriyê biavêjin werin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinanan de dê li ser piştgiriyên ku dikarin bi rêya platformên piralî ji birêvebiriya veguhêz û gelê Sûriyeyê re bên dayîn jî bê rawestandin.

Em bawer dikin ku serdana Birêz Ehmed Şer û heyeta wî bibe wesîleya xurtbûn û berfirehbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê yên ku piştî azadiya Sûriyeyê ji nû ve hatine avakirin.”

Ehmed Şer doh di çarçoveya serdana xwe ya yekem a derve de çûbû Erebistana Siûdî.